PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike 2021-06-06 13:21:52   NAVENDA NÛÇEYAN - PYD`ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî kampa Mexmûrê şermezar kir û got: "Ev li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û gelê wê xetere ne. Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe."     Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên Tirkiyeyê ên li dijî Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de daxuyanî da. PYD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:   “Em êrişa hovane ya dewleta Tirk a li dijî kampa Mexmûrê şermezar dikin. ev êriş li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Dewleta Tirk rasterast kampa tijî sivîl topbaran kir. Balafirên wê jî çiyayê Kurêjaro yê li nêzî Şêladizê ya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir.   ARMANC ŞERÊ NAVXEYÎ KÛR BIKE YE    Hemwextî bombebarana balafiran şeva şemiyê balafirên dewleta Tirk a dagirker girê Çarçela û derdora wê yê herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di wan êrişan de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe. Lewra divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi komployên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin û rê li pêşiya hewldanên wê bigire.   Ev êriş li ser gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî xetere ye. Ruxmî wê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî wê bê deng e. Ew jî gumanan çêdike. Ev helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê dê bi xwe re wêraniyê bîne ser gelê Kurdistanê. Siyaseta xwe dayne aliyekê, li hemberî xetereyên van êrişan li ser gelê me û destkeftiyên wan tu sûda wê tune ye. Her çiqas kurdistanê parçe be, lê çaranûsa gelê Kurdistanê, pêşeroja wî û hemû wî yek e.   Wek Mecilsa Giştî ya PYD`ê em hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî wan êrişên hovane li ber xwe bidin. Her wiha em bang li dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî wan êrişan bisekinin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mirovî û rewa bînin cih. Helwesteke diyar li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bidin û sînorên xwe biparêzin.”