Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê 2021-06-08 12:27:01 AMED - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, firotin û birîna darên li ser sînorên Herema Kurdistana Federe ku operasyona artêşa tirk lê didome, bir rojeva Meclîsê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, qirkirina daran a li bajarokên Bêgova, Dêrekar û herema Berwariyê tên kirin bir rojeva Meclîsê. Ûca, bi bîr xist ku gundên Herema Kurdistanê ji ber bombebarana balafiran hatibûn valakirin û anî ziman ku li heremê darên gundiyan tên birîn.    KOORDÎNASYONA MÎT’Ê   Ûca, îdiayên darên ku bi hevkariya endamê Polîtburoya PDK’ê Alî Ewnî û hin şîrketên Tirkiyeyê tên birîn û bi koordinasyona MÎT’ê dibin Tirkiyeyê, bi bîr xist û wiha got: “Bi taybetî li daristanên gundên Sînaht, Mêrga Şîş, Kelok, Masî Sînda yên girêdayî herema Sîndî û derdora wê ji aliyê sê şîrketên taşeron ên girêdayî Holdînga Cengîz ve tên birîn û firotin. Vê yekê di çapemeniyê de jî cih girt. Li ser bertekên qirqirina daran Sefîrê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay îtîraf kir ku erdê Kurdistanê kirîne û dar birîne. Ji aliyê din li gor agahiyên hatin bi dest xistin bi bombebarana balafiran a Tirkiyeyê cihên sivîlan hatine hedefgirtin, zeviyên gundiyan hatine şewitandin û sewalên wan hatine kuştin.”   Ûca têkildarî mijarê ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay ev pirs pirsîn:   “* Îdiayên ku darên li daristanên bin rêveberiya Herema Kurdistana Federe ya Irakê ji aliyên Holdînga Cengîz û koordinasyona MÎT’ê ve tên birîn û li Tirkiyeyê tên firotin rast in?    * Sedemê birîna daran û kirîna erd a Sefîrê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay îtîraf kirin çiye? Bingeha qanûnî ya birîna darên aîdî gelê heremê û firotina wan a li Tirkiyeyê heye?    * Di mehekê de çend dar hatine birîn û çend erd hatiye kirîn?    * Qirkirina ekolojîk a hûn li heremên ku kurd lê dijîn dikin çawa tînin ziman?    * Sedemê hedef girtina jîngeh û kuştina heywanan û şewitandina zeviyên çandiniyê çiye?    * Di bombebaranên hatin kirin de çend jîngehan zirar dîtiye û çend zevî hatine şewitandin?    * Ji ber êrîşên hewayî yên ku meheke zêdetire didomin çend gund hatine valakirin û li çend welatiyan koçberî hatiye ferzkirin?”