Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye 2021-06-15 12:12:41 STENBOL - Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, destnîşan kirin ku di Rojhilata Navîn de neçareserkirina pirsgirêka kurd faktora sereke ye û tecrîda li ser Ocalan bingeha neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi dirûşmeya “Em ê jiyana nû ava bikin” di 10’ê Hezîranê de Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî pêk anî. Di lijneyê de Cengîz Çîçek û Esengul Demîr weke Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin. Çîçek û Demîr, serdema HDK’ê ya nû, pirsgirêka kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê, operasyona derveyî sînor, nêzîkatiya PDK’ê, polîtîkayên desthilata AKP’ê, têkoşîna jinê, qeyrana aborî û talana ekolojiyê nirxandin.   ROLA HDK’Ê   Cengîz Çîçek bi lêv kir ku HDK ji bo ji pirsgirêkên dîrokî re bibe bersiv hat avakirin û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ser qalibên yekperest derket holê. Dema komar hat avakirin, beş û nasnameyên cuda ên civakî, çandî û dîrokî derve hatin hiştin. HDK, hemû kom, gel, nasname, fikrên ku di dîroka dewletê ya sedsalan de li derve hatine hiştin, zext lê hatine kirin di nava xwe de dihewîne. HDK, bi vî aliyê xwe ve ‘Rêya Sêyemîn’ e.”   TECRÎDA SEDSALAN   Çîçek destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê pêkanîn li ser hemû civakê belav bûye û wiha got: “Neqebûlkirina romanan a weke gel, dervehiştina jinê ya ji her qada jiyanê, mêhtina kedê, talankirina xwezayê hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Tecrîd bi kurtasî tê wateya ku gelê kurd sed salane bi zimanê xwe yê dayikê nikare azad bijî. Heke em têkiliya tecrîda ser Birêz Ocalan û polîtîkayên tecrîdê ên dîrokî bi hev ve girênedin, van neyînin rex hev, em ê di nava dubareyekê de bin. Birêz Ocalan beriya çend salan wiha gotibû ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd, bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê re neyê bahev, xetereya qirkirina ku ser kurdan didome, ji holê ranabe.”   ‘WÊ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEKE’   Çîçek qala niqaşên dewlet, mafya û siyasetê jî kir û wiha berdewam kir: “Ev rewş ne rewşeke nû ye. Me ev têkilî di salên 90’î de dît. Darbeya mekanîzmayê li dijî vîna kurd, sosyalist, demokrasi û azadiyê her tim tê nûjenkirin. HDK, li dijî tecrîda civakî û siyasî, şikandina tecrîdê weke sedemê hebûna xwe dibine. Birêz Ocalan muxatabê pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd a di muxatabiya wî de, wê di heman demê de pêşiya gelên Tirkiyeyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê veke.”   ‘DIVÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ CIDÎ BÊ GIRTIN’   Çîçek xwest ku çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîd ji holê rabe dane destpêkirin cidî bê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, ne daxwazên ku nayên pêşwazî kirinin. Dixwazin makeqanûn were pêkanîn. Tecrîd û pêkanînên antî demokratîk ên li ser birêz Ocalan li hemû girtîgehan belav bû û vegerî konsepteke êrîşê. ”    ‘DIVÊ PDK JI ŞAŞITIYÊ VEGERE’   Çîçek bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor ku di 23’yê Nîsanê de li Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin destkeftiyên gelê kurd ên 40 salan bi vê operasyona derveyî sînor tesfiye bikin. Berçavgirtina berjewendiyên teng a beriya berjewendiyên gel bi gelê kurd dide windakirin. Divê PDK ji vê xeletiyê bizivire. Hebûna Tevgera Azadiya Kurd îro temînata hebûna PDK’ê ye jî. Divê destkeftiyên ku di encama têkoşîna li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin de hatin bidestxistin weke destkeftiyên hemû kurdan bê nirxandin. Tasfiyebûna partiyeke kurd tê wateya ku gelê kurd di şertên koletî û mêtîngeriyê de zêdetir bijî.”   TÊKOŞÎNA JINAN   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku di lijneyê de rojevên welat bi nêrîna jinê nirxandin e û wiha got: “Wê di vê demê de têkoşîna jinan zêdetir encam bigire û wê jin zêdetir azad bin. Pergala serweriya zilam li dijî têkoşîna azadiya jinê û daxwazên heq bê hêz e. Ji ber naxwaze hebûnên xistine bin hîmaya xwe bi jinan re parve bike ev qas êrîşkar e.” Demîr, anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê di Rojhilata Navîn de di rewşa pêşeng de ye û wiha axivî: “Têkoşîna li vê derê tê meşandin bandorê li hemû cîhanê dike. Jin ji xeynî têkoşîneke bîrdozî bi şerekî fîzîkî, ji pêvajoya şer derketin. Têkoşîna ku jin li Rojhilata Navîn dimeşînin, wê di cîhanê de rê li ber guhertinên cidî veke.”   DI PANDEMIYÊ DE JIN   Demîr destnîşan kir ku di bingeha zextên ku Tirkiye li ser jina dimeşîne de tecrîd heye û wiha domand: “Desthilat polîtîkayeke ku jina tune dihesibîne dimeşîne. Di pêvajoya pandemiyê de jî herî zêde jin hatin mexdûr kirin. Bi taybetî jî di qada kedê de zehmetiya herî mezin jinan kişand. Xebitandina wan a di karên bê ewle de di vê pêvajoyê de zêdetir hat berçavan.”    SIYASETA ŞER   Demîr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê birêvebirin hêceta siyaseta şer a niha tê birêvebirinê ye. Demîr diyar kir ku tecrîd di her qada jiyanê de asteng e û wiha pê de çû: “Bi operasyona derveyî sînor, zext û êrîşan çavên civakê ditirsînin. Berdewamkirina tecrîda ser Ocalan tê wateya berdewam kirina, rêxistina dewleta kûr. Divê civak li dijî vê bêdeng nemîne.”   Demîr herî dawî destnîşan kir ku fikriyata HDK’ê li Tirkiyeyê roleke mezin radibe û got ew ê vê fîkriyatê berfirehtir bikin û bikin hêza sereke.    MA / Mehmet Aslan - Berfîn Karaman