Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê! 2021-06-16 11:19:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin, bersiv da banga Serokê YÎK’ê yê Partiya Saadetê Ogûzhan Asîlturk a ji bo kongreyê û ev tişt got: “Lijneyên rayedar û saziyên biryarê yên Partiya Saadetê diyar in. Dîsa di rêziknameya me de nivîsandiye ku dê çawa biryara kongreyê bê dayîn.”   Serokê Lijneya Şêwra Bilind (YÎK) a Partiya Saadetê Ogûzhan Asîlturk ku Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ji bo tevlîbûna Saadetê ya Tifaqa Cûmhûr pê re hevdîtin kiribû, duh li ser hesabê xwe twîtterê bi daxuyaniyeke dirêj rexne li partiya xwe kir û banga kongreyê kir.   ‘DIYAR E KU WÊ KONGRE ÇAWA BÊ KIRIN’   Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin, bersiv da Asîlturk û têkildarî banga wî ev daxuyanî da: “Lijneyên rayedar û saziyên biryarê yên Partiya Saadetê diyar in. Dîsa di rêziknameya me de nivîsandiye ku dê çawa biryara kongreyê bê dayîn.”