HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne 2018-02-04 14:23:26 ENQERE - Hevparên Konferansa Giştî û Konferansa Jinan a HDP’ê, di encama nîqaşan de, li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: “Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne.”  2'yemîn Konferansa Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja duyemîn de jî li Otela Plaza ya Enqerê berdewam dike. Hevseroka Partiya Rizgarkirina Ji Nûde Sosyalîstan (SYKP) Tulay Hatîmogullari di konferansê de axivî û wiha got: “Di konferansa me ya giştî ya du rojan de, Efrîn rojeva me ya serekeye. Di êrîşên li ser Efrînê de gelên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Me weke hevparên HDP’ê, partî, sazî û HDK’ê ji bo rewşa Efrînê daxuyaniyek hevpar amade kir.    Hatîmogullari daxuyani bi ser navê “Em bi gelên Efrînê re ne” xwend û di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dagirkeriya li ser Efrînê ya ku dikeve bakurê Sûriyeya Tirkiyeyê, ev du heftenen bê navber didomin. Dinava vê pêvajoyê de, li gorî raporên çavdêriyên bê alî, bi sedan sivîlan jiyana xwe ji deest dan û bi sedan mirov jî birîndar bûn. Qadên dîrokî û xweza hatin wêrankirin.   ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ PARÇEYEKE PÊVAJOYA TUNEKIRINA KURDANE   Tê diyar kirin Efrîn gefan li Tirkiyeyê dixwe. Parçeyekê Rojava yên dinava sînorên Sûriyeyê deye û îdîayên gefan dixwin ne rastin. Lihevkirinên piştî hevdîtinan polîtîkayên îmha, tune kirin û êrîşên li ser gelê kurd cardin kirin dewrê. Hewldana dagirkeriya Efrînê parçeyekê vê ye. Li dijî DAIŞ’ên qetlîamker, tecawîker û paşverû gelên Ereb, Ermenî, Êzidî û Kurd bi hevre têkoşînek cesur û birûmet dan meşandin. Dixwazin statuya gelê kurd a li Sûriyeyê avakirin asteng bikin.”    HEWL DIDIN DI HÛNDIR DE FAŞÎZMÊ AVA BIKIN   Bi pêla şovenîzmê ya di şerê Efrînê de, dixwazin dengê aştî, demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û hemû beşên civakê bi fetişinin û hemû muxaletê bêdeng bikin. Dixwazin rejîma nû ya sermayeyê bi darê zorê yê faşîzmê li civakê ferz bikin. Bi piştgiriya medyaya hewzê, weke ku reklama lîstîkeke şer dikin.    BERDÊLA VÊ GELÊN LI TIRKIYEYÊ DIDIN   Berdêla vê hemû gelên li Tirkiyeyê didin. Gelê li Reyhanli û Kîlîsê dijî bi tu awayî xwe di ewlehiyê de hîs nake. Ji ber rokêtên ne diyar e ji ku tê li Kîsîs û Reyhanliyê mirov jiyana xwe ji dest didin. Pirsgirêka aboriyê ya ji ber şer her ku diçe kûr dibe, xizaniyê zêdetir dike. Yanî bi kurtasî fatûreya şer gelê xizan û zarokên wan didin.   EFRÎN WEKÎ KOBANÊ LI BER XWE DIDE   Hevkariya şer a 'Herêmî û neteweyî', careke din li herêmê û li Tirkiyeyê bi têkçûnê re rû bi rû ye. Ji ber ku Efrîn jî wekî Kobanê li ber xwe dide. Gelên wekî tirk, kurd, ereb, êzidî, êrmenî, ecem û hwd. di ferqa rûxandina şer a li Tirkiyeyê de ne. Beyî ku tu cudahiyekê bidin, hemû xwedî li mafê jiyanê derdikevin û 'rejîma yek zilamî' qebûl nakin. Ev gelanan li dijî dagirkeriya Efrînê radiwestin, xwedî li aştî û azadiyê derdikevin. Ji Ewropa û Rojhilata Navîn ji çar aliyan girse derdikevin kolanan û daxwazên xwe tînin ziman.   EM ŞERÊ LI DIJÎ EFRÎNÊ QEBÛL NAKIN   Em wekî hevgirtiyên HDP'ê careke din bi gelê xwe re dibêjin #AfrindeSavaşaHayır (#Ji Şerê Li Efrînê Re Na). Em qasî ku mafê gelê Efrînê diparêzin, em mafê jiyana gelê xizan ên li Tirkiyeyê jî diparêzin. Em careke din aşkera dikin ku emê bi gelên li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê re di nava piştgiriyê de bin.   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.