Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin 2021-06-24 13:27:32   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û got: "Îro li Girava Îmraliyê vînên şer û aştî, demokrasî û otorîterîzm, takekesî û pirjimarî li hevdû dikevin. Ev li hevketin dîrokiye û dê encamên wê jî dîrokî bin."   Berdevka Partiya Demokratîk a Galan (HDP) Ebru Gunay, derbarê doza girtinê û êrişên li dijî partiya xwe de, li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Rêxistinê Îzmîrê de hatibû qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: "Em êşa rêhevala xwe ji kûr de dijîn. Em bi gelê xwe re şîna Denîz digirin. Ji wê rojê ve gelê me, hevalên me, hêzên ked, aştî û demokrasî û sendîkayan, partiya me bi tenê nehiştin. Bi milyonan kes ji bo Denîz rabûn ser piyan. Em ê xwedî bîranîn, têkoşîn û erka wê ji bo me hiştiye derbikevin. Ligel wê êşa giran jî dayika Denîz li ser piyane. Emê ji bo bi her awayî xwedî têkoşîna wê derbikevin û Denîz bikin hinceta têkoşîna xwe."    Gunay, da zanîn ku li vî welatî li dijî muxalîfan mekanîzmayeke kuştinê ya bêexlaq dixebite û wiha bi lêv kir: "Desthilatdarî dike hedef, amûra şerê taybet jî dinepixîne, dadgerî dikeve nava liv û tevgerê û mehkeme dike, kujerên ku ferman wergirtin jî tevdigerin û dikujin. Hrant Dînk, Tahîr Elçî û bi sedan kes bi vî rengî hatin kuştin. Ji ber vê yekê, yên ku ji bo dewamkirina pergala xwe ya qirêj, partiya me dikin hedef ji vê kuştinê berpirsyar in."   EV DOZ DOZA TIRKIYÊ YE    Ebru Gunay bal kişand ser îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye qebûlkirin û wiha pê de çû: "Ev îdîaname metneke hiqûqî nîne, belavokeke siyasî ye ku li dijî HDP'ê hatiye amadekirin. Li dijî vê metnê em jî metna herî xurt a siyasî amade bikin. Em ê ne xwe, lê belê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê, aştiyê, mafên bingehîn ên mirovan û nirxên mirovan biparêzin. Ji ber ku ev êriş bi esasî li dijî van nirxane. Nêzîkatiya li HDP'ê nêzîkatiya li paşeroja vî welatî ye. Ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî nirxên mirovî yên li Tirkiyeyê ye."   Gunay destnîşan kir ku ji bo temsîlkirina îradeya gel wê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin û ev nirxandin kir: "Yên ku ji wan heye ku bi girtina HDP'ê re wê mirov dengê xwe bidin wan, ev gel qet nas nekiriye. Ev gel wê derseke welê bide wan ku ji aliyê siyasî ve wê qet ji bîr nekin. Wê mîna aktorên tarî yên salên 1990'î wan jê bibin."   TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Di dewama daxuyaniya xwe de Ebrû Gunay tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist  û wiha rêz kir: "Sîstema tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û hewldana ji bo serweriya kaos, mafya, rizandin û şer a li welêt ji hev cuda nîne. Em timî diyar dikin ku sîstema li Îmraliyê rêbazeke rêveberiyê ye. Pêkanînên li Îmraliyê nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd, li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Dema ku li Îmraliyê atmosfereke çareseriyê hebe, ev yek bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Dema ku li Îmraliyê desthilatdariya siyasî li zingilê şer dike, hingî Tirkiye dikeve nava kaosê.   Dema ku hewl tê dayin ku Birêz Ocalan bê bêdengkirin, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk û muxalîf bi komkujî, avêtina girtîgehê û bi kiryarên bêhiqûqê hewl tê dayin ku bên bêdengkirin. Dema ku li Îmraliyê bêdengî tê ferzkirin, hingî mafya û çete diaxivin. Tecrîd welêt û civakê dixe nava şer, mafya û çeteyan mezin dike.   Birêz Ocalan li pêşberî her nêzîkatiya li berjewendiyên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di rêya demokrasî, aştî û danûstandinê de israr kiriye. Birêz Ocalan îrade û biryardariyeke xurt a demokratîk nîşan da û perspektîfa demokratîkbûnê ya çareseriyê destnîşan kir. Lê belê ev perspektîf ji aliyê desthilatdariyê ve timî ji bo berjewendiyên siyasî ji holê hate rakirin. Li Girava Îmraliyê ku qadeke li derveyî hiqûqê ye, îro îradeyên şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê, yekperestî û piralîtiyê şer dikin. Ev şer şerekî dîrokî ye û wê encamên xwe jî dîrokî be. Mirovek bi tenê nemaye ku neketiye bin bandora polîtîkayên tecrîd û bêedaletiyê. Tecrîd li ser me hemûyan tê ferzkirin."   DAXWAZÊN GIRTIYAN YÊN BI MILYONANE   Gunay, têkildarî greva birçîbûnê ya ku li zindanan 210 roj in dewam dike jî, wiha got: "Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mafên mirovan û edaletê ye ku daxwazên mafdar ên bi milyonan mirovî ye."   Di dawiya axaftina xwe de Ebru Gunay, ev peyam da: "Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bêhn li me çikandiye, ji bilî yekbûnê û têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne. Em bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê sîstema tecrîd û talanê bînin. Îro li Girava Îmraliyê vînên şer û aştî, demokrasî û otorîterîzm, takekesî û pirjimarî li hevdû dikevin. Ev li hevketin dîrokiye û dê encamên wê jî dîrokî bin.."