Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne 2021-07-12 14:00:41   AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê û ji bo muxalefetê got: “Di pirsgirêka kurd ên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi tu aliyan re karê me nîne.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otelek Amedê bi sernavê “Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin” ji bo 3 rojan civîn li dar dixe. Civînê îro dest pê kir. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û Alîcan Onlu, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîs HDP’ê, rêveberên bajêr û navçeyan, rêveberên KCD, DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn.    NEXŞERÊYA XWE DIYAR DIKIN    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku ew ê nexşerêya xwe ya nû bi pêkehte û hêzên demokrasiyê re diyar bikin.    XETA TÊKOŞÎNA SERDEMA NÛ    Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî û got ji bo ew xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar bikin li hev civiyan. Temel bal kişand ser zextên li kurdan û siyaeta kurdan tê kirin û got: “Gelê kurd û birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ne. Êreişên li dijî gelê kurd tenê ne li bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê êriş li ser gelê me heye. Li dijî ciwan, jin û xwezayê êrişên giran tên kirin. Li dijî HDP’ê polîtîkayek xistine dewrê. He cûre rêbazî ceribandin. Lê encam negirtin. Gavek bi HDP’ê paş ve nedan avêtin. Kurdan di her şertan de berxwedana xwe mezin kir.”    ‘DÎSA PEYAMA PIRSGIRÊKA KURD NÎNE DA’    Temel anî ziman ku wan civînên wiha li gelek bajarên Tirkiyê li dar xistine û wiha got: “Tirkiye bi rejîmek faşîst re rûbirû maye. Qey meriv dibêje yên liber xwe didin nîn in. Derûniyek wiha çêkirine. Dixwazin tevahiya civakê bixin bin zextan. Çend roj berê Erdogan hat Amedê. Bi hişmendiya û aqilê MHP’ê hat Amedê. Xwedîgiravî hat ku bi kurdan re hevdîtin bike. Lê dîsa peyama pirsgirêka kurd nîne da. Amedî li wê qadê nebûn. Li aliyekî hebûn û zimanê gelê kurd qedexe dike li aliyekî jî tê li vir peyamên ji bo kurdan dide. Êdî tu sozek ku AKP bide gelê kurd nîne. Li ber têkçûnê ye, bi lêz û bez ketiye nava hewldana hin hevdîtinan. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê. Di pirsgirêka kurd de yên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi tu aliyan re karê me nîne. Tu pêdiviya me bi nijadperestan nîne.    ‘ÇARESERÎ BI AZADIYA OCALAN MIMKIN E’    Temel destnîşan kir ku ew ê rêyek wisa saz bikin ku her kes dikaribe têde rêwiyê bike û xwe di nav de bimîne û ew ji tifaqên birêgez re hene û wê nexşerêya xwe bi hemû hêzên Tirkiyê re parve bikin. Temel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Heta bi birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin û tecrîd neyê bidawîkirin, wê tu çareserî li pêş nekeve. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û birêz Ocalan rasterast daxilî pêvajoyê were kirin. Şîara me ew e ku em ê tecrîdê bişikînin û rêya çareserkirina demorkatîk a pirsgirêka kurd vekin. Bi vê zîhniyetê re qet û qet pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi vî awayî edalet, demokrasî û hiqûq nayê Tirkiyê.”   Pişt re civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.