Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin 2018-02-06 14:30:53 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got: “Sedema operasyona Efrînê ne ji bo ku ji Efrînê gule diavêjin Tirkiyeyê ye. Rejîma Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe li dijî Efrînê şer dan destpêkirin.”  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di civîna heftane ya partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Kemalbay got: “HDP hêviya Tirkiyeyê ye û partiyek înşakirina siberoja Tirkiyeyê ye. HDP di têkoşînek zor a demorkasiyê de derbas dibe. Li gel binçavkirin, girtin, zext û tundiyê jî têkoşîna xwe roj bi roj mezin dike û didomîne.”    ‘GELÊ KURD Û CIZÎR LI SER PIYA YE’    Kemalbay “qedexeya derketina derve” ya li Cizîrê a du sal berê ku 291 kesî jiyana xwe ji dest da bibîr xist û wiha domand: “Du sal berê niha hovîtiya herî mezin li Cizîrê qewimî. Wek ‘Jêrzemînên hovîtiyê’ derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Jin û zarok di nav de 291 kes jiyana xwe ji dest dan. Dewletê navçeyek xwe bombebaran kir û dem û dûz kir. Ev yek na cara yekemîn e li Tirkiyeyê pêk tê. Beriya niha jî gelek komkujî pêk anîn. Di salên 90’an de jî komkujî pêk anîn û gundan xera kirin. Li gel van hemû komkujiyan, gelê kurd ji her demê bêtir rabû ser piya û têkoşîna xwe mezin kir. Niha jî Cizîrê li ser piyaya ye û têkoşîna xwe dewam dike.”    ‘MIRINA CELAL ŞEKER ÎNFAZ E’    Kemalbay ji malbata Celal Şeker ê nexweş ku li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da sersaxiyê xwest û got “Mirina Celal Şeker cînayet û înfaz e.”    ‘AŞTIYÊ QEDEXE DIKIN Û JI BO ŞER LI ÇEPIKAN DA’    Kemalbay bertek nîşanî binçavkirinên li dijî operasyona Efrînê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em di rojên aştî qedexe kirine û rojên ji şer li çepikan tê dayîn de derbas dibin. Em di serdemek trajîkomîk de derbas dibin. Yên aştiyê dixwazin tên binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên wezareta karê hundir heta niha 449 kes hatine binçavkirin û ji van 114 kes hatine girtin. Li tu devera cîhanê ev yek tune ye. Mirovahî tenê di serdema Hîtler de bi demek wiha re rû bi rû ma. Niha jî em di serdema Tayîp Erdogan de bi tabloyek wiha re rû bi rû mane. Aştîxwazî û parastina aştiyê rûmetbûyîn e. Em li vir giliyê vekirî yên fitnekar û şerxwazan dikin.”    Kemalbay binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî şermezar kir û got ku binçavkirina bijîşk û hemû beşên din ên civakê nayê qebûlkirin.    ‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE ÊRÎŞ DIKIN’    Kemalbay di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û wiha got: “Sedemê operasyona Efrînê ne ji bo ku ji Efrînê gule diavêjin Tirkiyeyê ye. Rejîma Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe li dijî Efrînê şer dan destpêkirin. Ev şer ji bo berjewendiyên xwe û partiyên xwe li dar dixin. Tişta li Efrînê tê meşandin dagirkeri ye.”