Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan 2021-07-17 10:31:52 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî lê hat vegerandin got: “Em bi berxwedanê vegeriyan ser wezîfeya xwe. Em ê hin bêtir ji bo gelê xwe xizmetê bikin.”    Meclîsê di 17’ê adarê de mafê parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ji destê wî girt. Pişt re hat girtin û şandin girtîgehê. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 1’ê tîrmehê de biryara berdana Gergerlîoglû da. Gergerlîoglû 15 roj şûn ve hat Meclîsê û piştî 4 mehan mafê parlamenteriya wî lê hat vegerandin û dest bi wezîfeya xwe kir.      Gergerlîoglû ji ajansa me re axivî û bi bîr xist ku ew li Kocaeliyê bi dengên 90 hezar kesî hatiye bijartin û têkoşîna wî ya di nav HDP’ê û ji bo gelê kurd û hemû binpêkirinên mafan îqtidarê li hev har û dîn kiriye û herî zêde jî rastiya lêgerîna tazî ku kir rojev zora îqtidarê bir.    Gergerlîoglû got darazê ji bo were girtin bi lez û bez biryarê da lê kesên biryara girtina wî dan negihîştin mexseda xwe.   ‘MIN JI BO GELÊ XWE LI BER XWE DA’    Gergerlîoglû destnîşan kir ku ji bo parastina mafê gel têkoşînek bêrawestan û watedar didin û wiha got: “Piştî biryara betalkirina parlamenteriya min hat xwendin teqez bû ez ê bêm girtin, lê min li ber xwe da. Min ji bo ku nekevim girtîgehê li ber xwe da, ji bo ez mafê gel biparêzim, bêhiqûqiya wê biryarê nîşan bidim min rêya berxwedanê bijart û min got divê ez teqez bi ser bikevim. Dilê min her tim digot tu yê bi ser bikevî. Gelê me li cem min bû, piştevaniyek bênavber da û di dawiya dawî de em bi ser ketin. Gelê me hemû jî neheqiyê û bêhiqûqiyê dît. Demokrasî û azadî wê bi ser bikeve. Ruhê piştevaniyê hêz û bawerî da min. Me kêliya ewilî got ‘Berxwedan Jiyan e’ û em di dawiyê de bi ruhê vê dirûşmê vegeriyan. Em bi berxwedanê ketin hefsê û em bi berxwedanê derketin û hatin Meclîsê. Roja ez ketim hefsê jî min gotibû ‘em bi ser ketin’. Her tim min ji têkoşînê bawer kiriye. Tenê ne ez em û gelê me bi hev re bi ser ketin. Em bi berxwedanê vegeriyan ser wezîfeya xwe. Em ê hin bêtir ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Em mafdar in û bi hêz in û em ê bi ser bikevin. Çimkî jiyana me her tim berxwedan bûye.”    BERSIVA BAHÇELÎ DA: DERBASÎ BE    Gergerlîoglû bersiva daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên derbarê xwe de da û got: “Dema ez ketibûm hefsê jî Bahçelî daxuyanî dabû. Piştî vegeriyam ser wezîfeya xwe jî daxuyanî daye. Bi hêrs û xeyd axivî ye. Ez jê re dibêjim ji te re derbasî be. Ez bi şêwaza wî bersiva wî nadim.”    MA / Bêrîvan Altan