Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye 2021-08-07 13:25:43 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Tirkiye bûye cihê agir û got: “Desthilatdariyê welat ser û bin kiriye. Armanca guhertina vê desthilatdariyê ye.”    Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîzmê (SYKP), 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di kongreyê de, têkildarî rojevên heyî axivî.    TIRKIYE BÛYE CIHÊ AGIR    Daxuyaniya Sancar a di kongreyê de wiha ye: “Ez şanaz im ku tevlî vê kongreya partiya taybetî ya dîroka têkoşîna civaka Tirkiyeyê, kombûna şoreş û sosyalîzmê bûm. Tirkiye bûye cihê agir. Desthilatdariya li ser talan, xwîn û derewan hatiye avakirin, ev welat ser û bin kiriye. Pir aşkereye ku şewatên herî dawî jî vê desthilatdariyê pê xistiye.   TALAN, XWÎN Û DEREW    Di bingeha vê desthilatdariyê talan, xwîn û derew hene. Lê pergaleke ku vê desthilatdariyê pêş dixe heye. Heya ku ev pergal ne guhere, desthilatdarî çiqas biguherin jî, heman tişte. Ez dixwazim ku du karesatên di dîroka nêz de rû dayîn, bidim bi bîr xistin. Yek Sûsûrlûke û ya din jî çetebûyîna dewletê ye. Me bi hev re dît ku çawa di pirsgirêka Kurd de bi polîtîkayên xwe yên şer çavkaniyên giştî û her deverê welêt talan kirine û çi împaratoriya sûc kirin. Dûre erdheja 1999’an pêk hat. Stenbol û Marmara bûn kavil. Gelê xizan dibin kavilan de ma. Erdheja 1999’an karesata talan, kedxwarî, rant û derewan bû. Ji ber vê armanca me ew bi desthilatdariyê re guhertina vê pergala hemû têkiliyan bi hêzê re çêdikê ye.   ŞEWATÊN DAWΠ   Şewatên niha dişibin erdhejên 99’an. Piştî şewat rû dan vana tu bergirî negirtin. Bi rojane em dibînin ku bi tu awayî mudaxileyî şewatan nayê kirin. Ez bixwe çûm Mûglayê, Mîlas û Bodrûmê. Min serokên şaredariyan ziyaret kirin. Min cihê şewatê dît. Li van deran karesatek mezin heye. Li karesata rastîn ev şêwaza hikûmetê ya xedar û bêwijdane ku ji hêla vê hikûmetê ve hatiye afirandin. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên nefretê, kedkaran, xizanan, gundiyan û polîtîkayên nijadperestiyê dijminatiyê bixin nava hemû gelan, bi taybetî jî gelên Tirk û Kurd.   YEKITIYA WEKHEV A GELAN   Dixwazin bi danîna çeteyan a kolanan tirsê belav bikin. Tevî hemû zext û gefan jî, dil ne di rewşek bêçare de ye. Dijberiya polîtîkayên nîjadperest, di hevdîtina azad a baweriyan de, di yekîtiya wekhev a gelan de ye. Ji bo vê wezîfeya me ew ku em rê li ber komara demokratîk a Tirkiyeyê vekin, bi tifaqa herî berfireh a demokrasiyê, têkoşîna hevpar a gelan, li dijî polîtîkayên şer, wêranî, talan û kedxwariyê, yekîtiya herî berfireh pêk bînin. Ya girîng ev e ku em vîna têkoşîna bi hev re nîşan bidin.   Ji ber hevkariya SYKP’ê ya di van polîtîkayên HDP'ê de, spasiyên taybet heq dike. Em pir keyfxweşin ku em li gel hevin. Em hêzek mezin ji we digirin. Ez di wê baweriyê de me ev kongre dê di pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de, di tekoşîna ji nû ve avakirina demokratîk a bingehîn de, tevkariyek girîng bike. Emê rêya xwe bi biryardarî dewam bikin.”