Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin 2021-08-11 09:06:36   STENBOL - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya fikr û ramanê jî di nav de hemû azadiyên gelên Tirkiyeyê ji holê rakirine.    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên nîjadperest ên li ser kurdan nirxandin.    HEYAMEKE WEKÎ SALÊN 90'Î   Oneren, destnîşan kir ku tecrîd binpêkirina mafên mirovan ên sereke ye û di heman demê de "sûcê li hemberî mirovahiyê" ye. Oneren, bilêv kir ku niha tecrîd tenê li girtîgehan pêk nayê. Oneren, gelên Tirkiyeyê yên azadiya wan a fikr û ramanê û hemû azadiyên wan ji holê hatine rakirin, bi awayekî topyekûn tên tecrîdkirin û bal kişand ser pêkanînên piştî "pêvajoya çareseriyê: "Berê bi xwesteka îqtidara siyasî ku ew jî di nav de bû, pêvajoyek çareseriyê çêbû. Çendî ev pêvajo pêvajoyeke ku bêhna mirovan derket be jî, lê tavilê piştî wê heyameke faşîzmê ya ne kêmî salên 90'î dest pê kir."    ZEMÎNA RÊXISTINBÛYÎNA FAŞÎZMÊ    Oneren, anî ziman ku gava deriyên Îmraliyê vekirîbûn, Ocalan pêkaniya aştî, biratî û jiyaneke wekhev nîşanî her kesî daye û di van pêvajoyan de şer kêm bûye. Oneren, destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê jî ji bo zemîna faşîzmê amade bike bi awayekî konjukturel tevgeriaye û got: "Di vê pêvajoyê de li gel hemû manîpulasyonan jî, pira di navbera gelan de zemîna serdestiyê hejandiye. Li cem kurdan cihgirtina çîna karkeran, sosyalîst û jinan, LGBTÎ+ û dînamîkên din ên têkoşînê, zemîna rêxistinbûyînê ya faşîzmê deforme kir."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'    Oneren, li ser serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî sekinî ku ji bo biryarên 'binpêkirinê' DMME'yê yên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Emîn gûrban û Civan Boltan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.    Oneren got: "Cezayên muebeta giran, hiqûqa dijminatiyê ye. Dê kesên ev ceza birîne, li bara gelan bên darizandin."    ÊRÎŞÊN NÎJDAPEREST    Oneren, anî ziman ku AKP ji bo îqtidara xwe bidomîne bi her awayî zilmê, nîjadperestiyê dike û gotinên xwe yên nefretî didomîne ûg ot: "Ev êrîş, di salên 90'î de li Kurdistanê bi şewitandina gundan, bi koçberiya darê zorê, bi îşkence, kuştin û tunekirinê hatin kirin. Niha ev bi polîtîkayên revandin, gefxwarin û sîxurkirinê didomin. Çapemeniya dewletê, daraza wê hemû li hemberî kurdan polîtîkaya bêcezatiyê rewa dikin. Nîjadperestên ku cesaretê ji van gotinan û bêcezatiyê digirin, êrîşên xwe yên li ser kurdan zêde dikin û dest bi komkujiyan kirine. Di demên dawî de li avahiya HDP'a Îzmîrê kuştina Denîz Poyrazê, li Konyayê qetilkirina 7 ferdên malbatekê, êrîşên li ser karkerên demsalî yên kurd, li deverên şewatê komên çekdar ku dan dû kurdan, êrîşên li ser malên kurdan, şewitandina malên wan hemû ji ber gotinên îqtidarê ne. Gotinên nefretê gur dikin, dibin sedema zêdebûna van êrîşan û komkujiyan."    PERÇEYEK ALOZIYÊ    Oneren, destnîşan kir ku ev hemû perçeyeke aloziyê ne ku tê xwestin bê afirandin û got: "Nîjadperestên nêçîra kurdan dikin, careke din ji kurdan re dibêjin 'çokên xwe deyne, teslîm bibe, yan na ez ê te bikujim.' Bi van êrîşên ku wekî perçeyeke rêxistinbûyîna şerê taybet in, tê xwestin pergala faşîst bidome û pêşî li ber şoreşgeran, girseyan, LGBTÎ+, jinan û muxalefeta civakî bigirin da danekevin kuçeyan."    HELWESTA MUXALEFETÊ    Oneren, ji xeynî HDP'ê partiyên muxalefetê yên din jî rexne kir ku helwesta wan a li hemberî van qewimînan ne dûrî ya îqtidarê ye.    ‘TEKANE RÊ...'    Oneren, bilêv kir ku zimanê muxalefetê jî îqtidarê xurt dike û nîjadperestiyê gur dike, lê belê ji bo gelan tekane çareserî li dijî faşîzmê têkoşîneke yekbûyî ye û avakirina îqtidara çîna karkeran û gelên bindest e."    MA / Ferhat Çelîk