Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin 2021-08-11 14:35:18   EDÎRNE - Selîm Kaplan ê HDP'î serdanên xwe yên Trakyayê didomîne û diyar kir ku nebaşiya birêxistinkirî bûye tiştekî ji rêzê û ev tişt got: "Bêhngirtina Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e."   Partiya Demokratîk a Gelan, di çarçoveya kampanya "Em HDP ne li her derî ne" de hevdîtinên xwe yên li Trakyayê di roja duyemîn de didomîne. HDP'ê li Edîrneyê bernameyeke taştê bi gel re hat gelhev. endamên Lijneya Birêvenirina Navendî Salîm Kaplan û Ferhat Encû partiyî tevlî bernameyê bûn. Encu, di bernameyê de armanca kampanya wan vegot û got ku wê li gorî daxwaz û pêşniyarên gel tevbigerin.    'CÛDAHÎ DI HDP'Ê DE NE'   Salîm Kaplan jî destnîşan kir ku hemû cudahiyên nîjadî, bawerî û zayendî yên Anatoliya û Mezopotamyayê di nav HDP'ê de ne û wiha got: "Di kîjan partiyê de nûneriya ereb, êzidî û ermeniyan heye? Di kîjan partiyê de hevserokatî heye? Nîşandana dîrokî ya jinê û daneheva 62 hezar salan a civakî di kîjan partiyê de heye? Li welat tekane partiya Tirkiyeyê ku di bin siwana wê de siyaset tê kirin em in. Ji ber wê em li Edîrneyê û li her derê ne. Her tiştên ku dema Hîtler dihatin kirin biha li welat tên kirin. Rengekî rêveberiyê yê bûye weke dojehê heye."   NEBAŞIYA BIRÊXISTINKIRÎ   Di berdewamê de Kaplan, got ku jiyaneke ku mirov nikare têde bêhn bigire li gel tê ferzkirin û ev tişt anîn ziman: "Ji ber wê êriş gelek dijwar û zor in. Mînakên dema Hîtler niha jî tên pêk tên. Nebaşiya rêxistinkirî bûye rewşeke ji rêzê. Feraset û rêbazeke ku bûye dojeha civakî heye. Lê li dijî vê gelên ku bi awayekî mezin têdikoşin hene. Xeteke ku HDP pêşengtiya wê dike heye. AKP hebûna xwe di tunebûna HDP'ê de dibîne. Bêhngirtina Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Divê di asta mekeqanûnî de statuyeke fermî bê nasîn. 40 sal e em têkoşîna vê didin û partiyeke ku bedêla vê dane ne. Li vî welatî bi pirsgirêka kurd re pirgirêka xizanî, ekolojî û jinê heye. Lê çareseriyên me yên bingehîn ên van pirsgirêkan hene. Wê ji niha şûn ve em çareserî zêdetir bibin û bidomin."