Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin 2021-08-18 09:03:59   STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser têkoşînê.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha hevdîtina wî ya bi parêzeran re tê astengkirin. Ji xeynî vê hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin li girtîgehan jî ji 27'ê Mijdara 2020'î heya niha çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger didomin û niha koma 49'emîn çalakî dewr girtiye.    Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, ji bo rakirina tecrîdê û bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê îşaret bi dorfirehkirina têkoşînê kir.    ‘PLANA RÛXANDINÊ'    Tumuklu, anî ziman ku îqtidar di ser pirsgirêka kurdî re hewl dide civakê perçe bike û biryara "Plana Rûxandinê" ku di 30'yê Cotmeha 2014'an de di Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) de hat girtin bibîr xist û got: "Bi vê pêvajoyê re li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk anîn û biryar girtin ku pirsgirêka kurdî bi polîtîkaya şerî bidomînin. Bi vî awayî hewl didin fikirên Birêz Ocalan negihê gelan û rêxistinbûyîna hêzên azadiyê yên kurdan û dînamîkên têkoşînê belawela bikin."    DIJMINÊN AZADIYÊ    Tumuklu, anî ziman ku AKP van polîtîkayên xwe jî li ser asasên hiqûqa dijminatiyê dike û got: "Tecrîda di şexsê Birêz Ocalan de bi awayekî aşkere, tecrîdkirina têkoşîna demokrasî û azadiya Tirkiyeyê ye. Ev tecrîd, dijminê demokrasî û azadiyê ye. Divê ev wisa bê dîtin û xwendin."    DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN   Tumuklu, destnîşan kir ku gava dengê Ocalan dertê, bandoreke baş li civakê dike, lê belê rejîmên Tirkiyeyê ji vê direvin. Tumuklu, bilêv kir ku di ontolojiya rejîmên Tirkiyeyê de dijminatiya li hemberî kurdan heye û faşîzm jî xwe bi vî awayî birêxistin dike. Tumuklu, diyar kir ku lewma ev rejîm tim şer didin ber civaka Tirkiyeyê û got: "Hem îqtidar hem jî muxalefeta li hemberî wê dijminên Tirkiyeyê ne. Derdê wan ne bextiyarî û aramiya bi milyonan e. Tekane xema wan, domandina hegemonyaya wan a siyasî ye. Yanî ev rejîmine siyasî ne ku tenê angajeyî şer bûne."   TÊKOŞÎN    Tumuklu, çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî bibîr xist û got: "Daxwaza çalakgeran, daxwazeke pir insanî û jirêzê ye; daxwazine ku doza mafên jiyanê dikin. Lê em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne; têkoşîna çîna karkeran, têkoşîna ji bo ekolojiyê, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna LGBTÎ+'yan, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, têkoşîna elewiyan hema bibêje hemû têkoşîn bi tena serê xwe ne. Îjar gava ev daxwaz nebin yek, ev nabin cihê têkoşîneke giştî. Çalakiyên greva birçîbûnê265 roj in didomin û hê jî em derbarê wan de diaxivin. Ev ji bo me, di warê pratîkê de, cihê xwerexnekirinekê ye. Hêzên demokrasî û şoreşê hemû divê li hemberî tecrîda li ser Birêz Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bitêkoşin. Êdî divê dev ji gotinê bê berdan, pêdivî bi pratîkê heye. Ev daxwaz, daxwazên me hemûyan e. Ji lew re li vê erdnîgariyê em hemû bi faşîzmê re rû bi rû ne."    MA / Ferhat Çelîk