Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan 2018-02-11 11:16:38   ENQERE – Bi hezaran beşdarên kongreya HDP'ê ya bi hişyariya “Bi hêvî, bi wêrekî û bi biryarî" li Arena Sporê ya Enqere beşdarî 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê bûn, bi şoşek mezin berxwedana Efrînê selav kir. Bi hezaran bi yek dengî siloganên “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin.    Kongre dest pê kir. Sirri Sureya Ender diyar kir ku ji niha de 32 hezar kes beşdarî kongreyê bûye.    Bi 10 hezaran endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca beşdarî 3'emîn Kongreya Mesin a Asayî ya HDP'ê bibin hatin Enqere û li salona Arena ya Sporê kom bûn. Bi hezaran welatî piştî lêgerînan derbasî salonê bûn. Ji niha de kongreya HDP'ê di nava kongreyên herî bi girseyî de cihê xwe girt. Arena tije bû û ket dîrokê. Kongreyê bi diyarkirina rojevê dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder rojev pêşniyarî delegeyan kir û bi yek dengî hat erêkirin. Piştî diyarkirina rojevê sînevizyon hat pêşandan. Sirri Surreya Onder diyar kir ku bi delege û mêvanên wan hêjmara beşdarên salonê 32 hezar kes in. Kongre bi hişyariya “Bi hêvî, bi wêrekî û bi biryardarî" bi coşek mezin dest pê kir. Salona ku kapasîteya wê 17 hezar û 500 kes in, cih nema û bi hezaran li serve rawestiyan. Hefteya borî li heman salonê kongreya CHP'ê pêk hat. Kongreya HDP'ê qat bi qat zêdetirî CHP'ê beşdarî heye.    POLÎSAN BÊ NAVBER GEF XWARIN KU SLOGANAN BERZ NEKIN   Ji ber ku cih li salonê nema, bi hezaran endam û rêveberên HDP'ê li derve man. Girseya li derve ma bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan bê navber hişyar kir û gef xwar ku sloganan navêjin. Girseya ku di ketina salonê de rawestiyan, li dijî gefên polîsan vê carê dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrîn", "Her der Efrîn her der berxwedan" berz kir.    Ewil polîsan destûr nedan ku rojnameger cîhaz û kompiturên xwe têxin salonê. Her çend ji bo çapemenî cihaz û amûrên xwe têxin salonê jî dîsa destûr nehat dayîn. Di serî de xebatkarên AA  û çapemeniya din bi Wezareta Karên Hundir re ketin nava dan û stendinê, lê dîsa destûr nedan. Çend deqîqe beriya ku kongre dest pê bike destûr dan ku rojnameger tevî amûrên xwe têkevin salonê.  Gelek welatiyan bi telefonên xwe weşana zindî kirin û parve kirin. Beriya kongre dest pê bike salon tijî bû.    JINAN BI CILÊN XWE RENG DAN SALONA KONGREYÊ   Bi hezaran jinên ku ji bajarên Amed, Wan, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, û bajarên din hatin bi cilên xwe reng dan salonê. Li salonê bi hezaran bê navber siloganên “ Bijî berxwedana Efrin’e”, “Her der Efrin her der berxwedan" berz kirin.    Ayşe Sertkaya, ya ji Colemêrgê hat sedema hatina kongreyê bi gotina “HDP heviya me ye. Aştî ye. Îro li dijî Efrînê êrîş heye. Em vê yekê naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê em ji Colemêrgê hatin kongreya HDP’ê."    Helin Kaya  ya ji Amedê beşdarî kongreyê bû jî got: “Em aştiyê dixwazin. HDP heviya me ye. Ji ber vê yekê em hatin kongreyê." sedema hatina xwe anî ziman.    SAÇILIK: SÎNÎRÊ AKP'Ê XERA BÛYE   Çalakgerê Kolana Yukselê Velî Saçilik jî got: “AKP'ê bi zextan xwest bandorek neyînî liser kongreyê çêke. Lê bi xazî ez dibînim hêrsa AKP'ê gelek zêde bûye û sinirê wê xera bûye. Gelek xweş e û gelek bi coş e. "    Li salonê bi kurdî, tirkî, Lazî û Ermenî stran tên gotin û govend tê gerandin.    HEVSEROKAN GEL SILAV KIR   Piştî navê Hevserokê Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û wekîlan hat anonskirin, li salonê kêfxweşiyeke mezin xwe da der û tilîlî hatin kişandin. Di vê navberê de muzîka "Bi inad HDP" ya hilbijartina 1'ê Mijdarê ya HDP'ê lê da  û HDP'î li salonê geriyan û mêvanên li salonê silavkirin.