Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû 2021-09-25 14:34:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan, derbarê nîqaşên ku li ser Pirsgirêka Kurd tên kirin de ev tişt got: "Heke li deverên ku zarokê lê dilîzin panzêr bigerin, li bajarên ku welatiyên me yên kurd piranî lê dijî qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin û li welatê me he jî mafê zimanê zikmakî bê nîqaşkirin wê deme meseleyeke heye."   Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan jî tevlî nîqaşa çareserkirina Pirsgirêka Kurd ku ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ve hat rojevê û ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat redkirin bû. Babacan, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî mijarê ev daxûyanî da: "Heke li deverên ku zarokê lê dilîzin panzêr bigerin, li bajarên ku welatiyên me yên kurd piranî lê dijî qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin û li welatê me he jî mafê zimanê zikmakî bê nîqaşkirin wê deme meseleyeke heye. Navê vê meselê Pirsgirêka Kurd e."