Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike 2021-09-27 12:16:30   SILÊMANÎ - Şandeyek HDP’ê bi serokatiya Meral Daniş Beştaş û Mahmut Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şande bi Tevgera Goran û Qubat Talebanî re dicive.    Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.   Şandeya HDP’ê ji aliyê rêveberê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û berpirsê peywendiyan yê Tevgera Goran Bextiyar Ewlî ve hat pêşwazîkirin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şande ewilî bi rêveberên Goran re civiyaye. Li gorî agahiyan di civînê de wê behsa hilbijartinên li Iraqê, rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê, Iraq û êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê were kirin.   Tê payîn piştî civîna bi Tevgera Goran re daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn.   Her wiha li gorî agahiyan wê şandeya HDP’ê di çarçoveya serdana xwe de bi Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re bicive.