HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin 2021-10-27 13:37:35   DÎLOK - HDP’ê xwest ku ferzkirina lêgerîna tazî û îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygûsûz ê dema sewqkirina wî ya Girtîgeha Bunyanê hatiye kirin were lêkolînkirin.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Togrûl, serpêhatî û îşkenceya lêgerîna tazî ya Şaban Kaygûsûz ê astengdar ku di 19’ê Cotmehê de bi hêceta “ewlehiyê” ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1’an a Bunyana Kayseriyê hatibû kirin, bir rojeva Meclîsê.    Togrûl, ê daxwaznameyek da Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, diyar kir ku Kaygûsûz di nava şert û mercên giran de li girtîgehê tê ragirtin.   Togrûl da zanîn ku destê Kaygûsûz û lingekî wî nîne, ji sedî 90 astengdar e û anî ziman ku Kaygûsûz ji ber ku di dema veguhastinê de lêgerîna tazî red kiriye ji aliyê gardiyanan ve hatiye îşkencekirin. Togrûl, destnîşan kir ku divê demildest Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyana Kayseriyê bê ziyaretkirin.    Togrûl, wekî din ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşniyazpirsek pêşkeş kir. Togrûl, ji bo ku Wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:    “*Haya we ji ferzkirina lêgerîna tazî û îşkenceya li Şaban Kaygûsûz ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyana Kayseriyê hatiye kirin heye?   *Derbarê gardiyan û rayedarên girtîgehê yên Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyana Kayseriyê ku lêgerîna tazî li Şaban Kaygûsûz ferzkirine û îşkence lêkirine de lêpirsînek hatiye vekirin?   * Hejmara wezîfedarên cemaweriyê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ji ber binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî lêgerînên tazî ketine ber lêpirsînê çend in? Lêpirsînên derbarê van peywîrdaran de çawa bi encam girtine?   * Ji ber girtiyan ji bajarên ku malbatên wan lê rûdinin, sirgûnî bajarên cuda dikin hem ew hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin, daxwazên wan yên sewq û nakîlê jî tên paşguhkirin. Ev yek bi agahiya we pêk tê? Heke bi agahiya we pêk were, sedemê paşguhkirina sewq û nakîla girtiyan çiye?”