Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e 2021-10-29 15:27:38   RIHA - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li navçeya Wêranşarê de axivî, bal kişand ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe gaza kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Heke îro hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe, ew jî desthilata Erdogan û Bahçelî ye.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hevdîtina gel li dar xistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kesên din tevlî civîna li avahiya navçeya Wêranşarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Li salonê pankartên bi nivîsa “Denîz Poyraz nemir e”, “Em bi hev re li diji tecrîdê azadî, li diji şer aştiyê diparezin” hatin daliqandin.    PERGALA DEWLETÊ    Di bernameyê de ewilî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, diyar kir ku pergala dewletê li ser “Ji holê rakirina kurdan” hatiye avakirin û wiha got: “Li her parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê ya li hemberî kurdan tê meşandin. Lê belê ji dîrokê heya niha gelê kurd ew qebûl nekiriye û dê neke jî. Me gelek bedel dan û em hêj jî didin. Gava em li erdnîgariyê û dîrokê re dinêrin gelê kurd yek ji qewmekî herî kevnar e. Gelê kurd her tim ji bo mafên xwe, ji bo wekhevî, aştî û jiyanek azad têkoşiyaye.” Ozturk, bi lêv kir ku tezkereya Suriyê û Iraqê ku ji Meclîsê derbas bû nîşandana îmha înkara gelê kurd a 100 salan e.     TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kûrtir bûye û wiha berdewam kir: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû welat bûye. Kes nikare tu pirsgirêkan bîne ziman. Navê vê tecrîd e. Zilma herî mezin îro li Girtîgeha Îmraliyê didome. Dixwazin vî dengî kêm bikin. Naxwazin fikrên Ocalan ên ku jiyaneke alternatîf pêşkeş dikin li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn belav bibin.”   ‘HIŞMENDIYA QIREJTIR A ERDOGAN Û BAHÇELÎ YE’   Berdan, da zanîn ku bi dengên AKP’ê, MHP’ê û Partiya Îyî li Meclîsê tezkereya Sûriyeyê û Iraqê derbas bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Başûr bi çekên kîmyewî sûcê şer tê kirin. Berpirsiyara wê ne tenê dewleta tirk e. Di heman demê de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ne. Seddam jî li wir çekên kîmyewî bikar anîbû û xwestibûn gelê kurd li dijî polîtikayên qirêj çok danîn. Heke îro hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe, ew jî desthilata Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo ku gelê kurd çok danin her tiştî diceribînin. Dixwazin gelê kurd dest ji ziman, çand û axa xwe berde. Li dijî gelê kurd sûcên mezin kirine ew ê hesabê bidin. Ew jî baş dizanin ku heke şer biqede ew jî dê biçin loma tezkere derbas kirin. Lê em dizanin ku di Rojhilata Navîn de gelê kurd bûye hevsengiya siyasî. Bêyî gelê kurd tu hesab nayên kirin. Ev pergal bi vî awayî nikare bidome. Bi şer tiştek nayê çareserkirin. Birêz Ocalan got rê û rebaza çareseriyê ‘mase ye’. Heke rûnin ser maseyê û aştî pêk were wê demê dê Tirkiye ji aliyê aborî, demokrasî û azadiyê ve rast bibe. Hûn ê herî dawî werin ser gotina Birêz Ocalan.”   ‘KESÊN KOMKUJIYÊ PÊK TÎNIN NE DOSTÊN WE NE’   Ozturk, qala helwesta PDK’ê ya li dijî daxwazên gelê kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK îro xeletiya herî mezin dike. Yên ku li Bakur komkujiyê dikin ne dostên we ne. Ev sîstem nikare bibe dostê Rojava. Em û gelê me her du jî dizanin ku armanca we ne ji bo azadiya gelê kurd e, ji bo dewlemendî û berjewendiya malbat, eşîr û hawirdora xwe ye. Ti hebûna we bi gelê kurd re nîne. Başûr tê dagirkirin. Li ser vê êrîşê qet dengê xwe dernexistin. Negotin hikûmetek heye, statuyek li vir heye. Pratîka we nîşan dide ku hûn hê jî bi wê avaniya feodal a ku dibêje, “ez im” diçin. Demildest ji vê xetayê vegerin. Gelê kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat we dişopîne. Eger hûn di van nebaşiyan de israr bikin, hûn ê jî biqedin. Ji kesên ku ji Saddam xerabtir zilmê dikin re hûn dibêjin dostên me ne. Gelek partî û saziyên li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ji bo yekîtiya neteweyî amade ne. Ya ku ne amade tenê PDK ye. Bila her kes vê bizanibe. Gotinên me zelal in. Bila serê gelê me yê ku ev 100 sal in vê hovîtiyê dikişîne êdî neêşe.”   ‘WE PERGALA YEKPEREST HILWEŞE’   Piştî axaftina Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku ji bo li dijî hişmendiya yekperest bi awayekî bi rêxistin têbikoşin derketine rê û wiha got: “Îro salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ye. Wê çaxê pergala yek perestî, yek olî, yek zimanî û yek netewî hat damezrandin. Em jî li hemberê vê pergalê ji bo pergaleke demokratîk, wekhev, ekolojîk û azadiya jinê diparêze ava bikin têdikoşin. Êdî ev pergala yekperest ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber ku pergaleke ku ne wekhev û azad be wê di dawiyê de were hilweşandin. Ew pergala ku em diparêzin  li dijî pergala yek zilamî û nijadperestiyê alternatîfek e.”   ‘EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em heta dawiyê dibêjin diyalog. Em di salvegera Komara Tirkiyeyê de vê dibêjin. Divê komareke demokratîk were avakirin. Ji ber vê yekê jî divê qanûnên ku hemû gel rengê xwe bibînin hebin. Ev pergal xwe li ser zextên li girtîgehan dihêle ser piyan. Her roj li girtîgehan sûcê li dijî mirovahiyê pêk tê. Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin. Girtiyên siyasî weke rehîne tên dîtin. Divê li dijî van tiştên li girtîgehan diqewimin em têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘NIKARIN SERBIKEVIN’   Aydenîz, bi bîr xist ku 30 sal cezayê hefsê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi girtinan dixwazin berxwedana jinan biqedînin û têkoşîna wan bifetisînin. Lê nikarin serbikevin. Ji bo ku vê bibînin berê xwe bidin Rojava bes e. Jin li dijî yekperestiyê can bexşane têdikoşin. Em jî ji wan hêzê digirin. Biryarên ji bo hevalên me yên rehîn hatine girtin tên dayîn, dijminane ne. Em jî li dijî vê dibêjin ku hûn bi kuştin û girtinê nikarin têkoşîna jinan biqedînin. Em ê kolanan terk nekin. Em weke jin dê li dijî vê pergalê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî wan kesên ku nehêlin jin bên ba hev, qadan tejî bikin.”