‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’ 2018-02-15 09:20:00 AMED – Rêveberên HDP’a Amedê kongreya HDP’ê nirxandin û gotin “Yên digotin ‘Êdî HDP nikare bê ba hev’ ders ji kongreya me girtin. Kongreyê morelek mezin da gelan.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11’ê sibatê de bi coş û beşdariyek zêde 3’yemîn Kongreya Asayî ya Mezin li Enqereyê li dar xist. Kongreya HDP’ê di raya giştî de deng veda. Li gel hemû astengî, zext, binçavkirin û girtinan jî HDP’ê kongreya xwe pêk anî. Ji Amedê jî beşdariyek mezin ji bo kongreyê çêbû û rêveberên HDP’ê yên Amedê kongreyê nirxandin.    ‘AMED XWEDÎ LI MÎSYONA XWE DERKET’    Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr diyar kir ku di bin zordariyek mezin de kongreya xwe li dar xistin û li gel hemû zoriyan ji malan heta kolanan pêvajoyê bi gel re nîqaş kirine. Bînbîr anî ziman ku gel ji rewşa heyî acize û got: “Bi pêvajoya Efrînê re astengî li her deverê derdixin pêşiya me. Avahiya partiya me dorpêç kirine û hema hindik maye polîs bên di hundirê avahiya me de rûnên. Li gel van hemû zext û zordariyan jî Amed xwedî li misyona xwe derket.” Bînbîr gotina “Êdî HDP nikare bê ba hev” bibîr xist û got: “HDP dersek mezin da wan kesan. Em hêvîdarin ku dersê ji kongreya me girtin. Kongreyê morelek mezin da gelan.”    ‘ZEN KIRIN HEDP XELAS BÛYE LÊ XWE XAPANDIN’    Rêvebera HDP’ê ya Amedê Sûzan Îşbîlen jî destnîşan kir ku partiya wan HDP partiya alternatîf a Tirkiyeyê û wiha got: “Partiya me bi polîtîkaya birêve dibe hêviya gelan e. Kongre bi heybet û coş derbas bû. Çapemeniya alîgir nedîtina kongreyê tercîh kir. Zen dikirin ku HDP xelas bûye. Li gel ku beriya kongreyê çavê gel û siyasetmedaran xwestin bitirsînin jî, lê gel ji her deverê Tirkiyeyê herikîn kongreyê. Gelan got ‘Em hene û em ê her dem hebin. HDP hêvî ye û em ê vê hêviyê mezin bikin.’ Vê peyamê dan gelan. Kongreya me ji bo tevahiya gelan bû moralek mezin.”