Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek 2021-10-30 11:41:32 STENBOL - Hevberdevaka HDK'ê Esengul Demîr, diyar kir ku tezkereyên şer qrîza li welat bêtir kûr kirine û ev bang kir: "Li dijî boçûna tarî divê hemû muxalîf hêzên xwe bikin yek."   Polîtîkayên ku li welat û derveyî welat tên meşandin her roja ku derbas dibe qrîza li welat kûrtir dikin. Rexmî vê jî desthilata AKP'ê û hevparê MHP'ê angaşt dikin ku wê aboriya welat baş bibe û armanc dikin ku bi operasyonên derveyî welat qrîzê derbas bikin. Tezkereya ku herî dawî ji bo vê armancê hat meclisê bi dengê AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat qebûlkirin. Bi vê tezkereya ku HDP û CHP li dij derketin destûr hat dayîn ku Serokkomar Tayyîp Erdogan heta 2 salan karibe operasyonên derveyî welat li dar bixe. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dihewîne nav xwe re li ser boçûna welat, tezkereya şer û helwesta muxalefetê ya li dijî vê axivîn.    SIYASETA ŞER   Esengul Demîr, diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê her ku diçe qels dibin û rapirsînên ku demên dawîn tên kirin jî vê nîşan didin û wiha got: "Mijara ku herî zêde zorê didin desthilatê aborî ye. Di bingeha vê qrîzê de polîtîkaya derveyî welat a desthilatê heye. Encam vê polîtîkayê weke têkçûna aborî xesar li Tirkiyeyê vedigerin. Mijareke din a desthilatê dide zorê sekna muxalefetê ye. Bandora tevgerandina muxalefetê ya weke bloqekî û daxwaza wê ya birêvebirina welat heye. Hevkariya AKP-MHP'ê di demên dawîn de bi siyaseta şer xwe didomîne. Lê ev siyaset têra mayîn wan a li desthilatê nake."   BALKIŞANDINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Demîr, qrîza heyî ya li welat dikare bi "Tifaka Demokrasiyê" bê derbaskirin û ev tişt anîn ziman: "Ji roja ku hatiye avakirin ve HDK tifaqan dihebîne û têkoşîna yekgirtî armanc dike. Pêkhateya HDK'ê HDP jî bi gelek partiyan re li Tirkiyeyê dibe dengê kesên cihêkarî li wan te kirin û di hêla siyasî de hewl dide peşengtiya wan bike. Heke li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin divê ev bi têkoşîna hevpar bê avakirin. Bi qelsbûna desthilatê re îhtîmala ku li welat serdeme nû dest pê bike zêde bûye. Bi hilbijartinan re Îhtîmaleje mezin wê muxalefet bibe desthilat. Ji ber vê civak di nav bendewariyekê de ye. Daxwazên wan ên gunertinê hene. Di vê pêvajoyê de kongreya me "rêya sêyemîn" pênase dike û têde teslîmnebûna statukoyê heye."   ROLA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ   Di berdewamê de Demîr, peyamên TUSÎAD'ê jî şîrove kir û derbarê mijarê de ev tişt got: "TUSÎAD hewl dide di dema nû de bi rola xwe rabe. Axaftina wan a piştî salên dûr û dirêj jî ji ber daxwaza wê ya ji bo dema nû ye. Ev avahî ne ew in ku wê demokrasî û mafên mirovan bînin. Ji bo pozîsyonên xwe zexm bikin daxuyaniyên bi vî rengî didin. Demokrasî, mafên mirovan û têkoşîna wekheviyê ya li welêt, ne tiştekî ku karibe radestî sermayeyê bê kirin e. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê hem organîzatorê vê pêvajoyê bin, hem jî biryardar bin."   HELWESTA CHP'Ê YA JI BO TEZKEREYÊ   Demîr, biryara şer a li meclisê hatiye qebûlkirin jî nirxand û derbarê helwesta CHP'ê ya di tezkereya dawîn de  ev nirxandin kirin: "Yek ji diyarkerên dengdana redkirinê ew bû ku fêm kirin ku dengê kurdan mîna di hilbijartinên dawî de hatiye dîtin, dengdana kurdan e. Opozîsyonê demek dirêj e di nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd de piştgirî dida hikûmetê. Lê belê di demên dawî de mûxalefet di destekkirina polîtîkayên hikûmetê de nehişt erêkirina hilbijêran bi dest bixe. Sedema rastîn ew e ku hilbijêr li gorî wan eyar dike. Û sekna bi prensîb û biryardar a HDP'ê ye. Helwesta CHP'ê erênî ye. Hemû encamên pêşniyazê wê fatoreya wê li AKP û MHP'ê were birîn."   DIJMINATIYA KURDAN    Derbarê êrişên muhmete ên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê de jî Demîr, ev tişt got: "Tirkiye di dema pêş de nikare li Sûriyeyê bi awayekî azad tevbigere. Wê Tirkiye bikeve nava nakokiyên germ, wê welat bi awayekî neyînî bibandor bibe. Berdêla vê siyaseta şer wê pir mezin be. Mijara dijminatiya kurdan, xala ku rejîma tirk mayînde dike ye. Lê belê ji niha û pê ve ev perspektîf wê ne ji bo Tirkiyeyê nêzîkatiyeke qezençkirinê be, berovajî nêzîkatiyeke winda bike."   BANGA LI DIJBERAN   Demîr, b lêv kir ku li dijî hemû pêkanînên desthilatê "aştî û cîhaneke mirov li bijî" pêkan e û wiha pêde çû: "Em dibêjin ji bilî siyaseta şer rêyeke din, rêbazek heye. Divê gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibin xwedî navgînên hevpar ên têkoşînê û rê û rêbazan. Divê ev mijar bi tena serê xwe radestî siyasetê neyê kirin. Divê gel bixwe xwedî li derfetên xwe yên têkoşînê derkevin. Divê jiyana xwe bi wan amûran bi rêxistin bike. Jiyanek me ya têra xwe erzan ku ji hikûmetê re bê hiştin tune ye. Em nuqteya dawî dibînin ku civakên dewlet ji me re tînin."    BANGA LI MUXALEFETÊ    Di dawiya axaftina xwe de Demîr, destnîşan kir ku ji bo boçûna tarî rawestînin divê hemû mûxalîf hêza xwe bikin yek û ev tişt got: "Gelek avahî hene ku dikarin sozê bidin. Divê em sozê bidin bê ka em çi dikin. Ji bo vê jî bala me ya sereke ew e ku em li qadan bin, bi girseyan re bicivin. Em dixwazin enerjiya xwe deynin wir."     MA / Kadîr Guney