Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin 2021-10-30 14:34:38   MERSÎN - Platformên Jinan ên Tarsûs û Mersînê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Tarsûsê fihûş li gelek jinan hatiye ferzkirin û ev tişt got: "Heb dane zarokekê wê ji cihê karê wê revandine. Piştre jî dest dirêjî wê kirin e û li qerexê rê berdane."   Platforma Jinan a Tarsûsê û Platforma Jinan a Mersînê, derbarê fihûş û hişbira ku li jin û zarokan tê ferzkirin de li Tarsûsê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê destûr nedin destdirêjî, îstismarakirina zarokan, tundiya zayendî û çeteyên tîryaskê" hat vekirin û dovîzên "Tarsûs ranezê li zarokên xwe xwedî derkeve" , "Em li kargehan destûr nedin tacîzê"  û " Ne hedê te ye dest bidî ked û laşê min" hatin hilgirtin. Her wiha di daxuyaniyê de dûrişmeyên mîna "Jin jiyan Azadi” , “Bijî piştevaniya jinan" û "Em natirsin, bêdeng nabin û îtaat nakin" hatin berzkirin. Pêkhateyên platforman, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan tevlî daxuyaniyê bûn.    DESTDIRÊJÎ Û HIŞBIR   Di daxuyaniyê de li ser navê platforman Çîgdem Goksoy axivî û bal kişand ser Peymana Stenbolê ku ji aliyê desthilatê ve hat betalkirin û ev tişt got: "Li Tarsûsê depoyên pakêtkirina fikî û zêrzewat de bazirganên hişbirê û çeteyên fihûşê dest dirêjî jin û zarokan dikin û fihûşê li wan ferz dikin. Destdirêjî li ser gilîkirina T. a ku piştî hişbirê didinê û di berdêla pere de destdirêjiyê lê ferz dikin derket holê. Lêpirsîn hê didome. Piştre zarokeke 15 salî li kargehekê lê dixebite piştî ku hebê didinê wê direvînin. Piştî ku dest dirêjî wê dikin li qerexê rê datînin. Em dizanin ku ev tiştên hatine serê vê zarokê ne destpêk e. Beriya niha jî rewşên bi heman rengî pêk hatine. Lê jin ji ber ku tirsiyane nanîne ziman. Lewre çeteyên hişbir û fihûşê bi dîmenên ku kişandine fihûşê li jinan û ciwanan ferz kirine."    'BILA HIKÛMET PEYWIRA XWE BIKE'   Di berdewamê de Goksoy, pirsa "Li Tarsûsê çi dibe?" kir û wiha axivî: "Xebata li cihekî ewle mafê her welatiyî ye. Ev tiştên tên serê jin û zarokan nayê qebûlkirin. Em bang li hikûmetê û meqamên edlî dikin ku ji bo rawestandina çeteyên sûc ku jin û zarokan hedef digirin peywira dikeve ser milê wan pêk bînin."