DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir 2021-11-01 11:01:16   AMED - DBP'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û banga têkoşîna hevpar kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. DBP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di serî de gelê kurd hemû gelan li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dane û wiha got: "Bi canê xwe Kobanê parastin. Yek ji remzen berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan, bi çalakiya xwe ya li dijî çeteyan pêşengiya azadiya Kobanê kir û bi hezaran şoreşgeran gihand Şoreşa Rojava. Li çar aliyê dinyayê şoreşger li dijî DAIŞ'ê şer kirin û Kobanê kirin navenda Şoreşa Rojava."   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin 133 roj berxwedaneke destanî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê hatiye dayîn û ev bang hat kirin: "Çawa ku dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê li Stalîngradê faşîzm bi awayekî mezin têk çû, li Kobanê jî bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku faşîzm û tarîtiya DAIŞ'ê bi pêş ve biçe. Bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAIŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala "Kobanê ket, wê bikeve" ketin nav hêviyê jî têk çûn."   Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP'ê, destnîşan kir ku weke DBP ew li cem hemû gelên ku têkoşîna azadiyê mezin dikin cih digirin û bi vê wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Piştevaniyê pîroz dikin; banga têkoşîna hevpar li gelê kurd, dostên wan, hemû kesên ku doza demokrasî û azadiyê dimeşînin dikin.