HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir 2021-11-01 13:26:02   ENQERE - HDP'ê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, bi dovîzên "Ji nukleerê re na" û "ji santralên termîk re na" pêşwazî kir.    Li Komîsyona Budçe û Plan a Meclisê, hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û saziyên girêdayî wê dest pê kirin. Endamên Komîsyonê Parlamenterên HDP'ê di hevdîtinan de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, bi dovîzên "Ji nukleerê re na" , "Edaleta avhewayê" û "ji santralên termîk re na" pêşwazî kirin.    Hevdîtin bi pêşkeşiyê budçeyê ya Wezîr Donmez didome.