Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê 2021-11-03 10:42:15   ENQERE - Di hevdîtinên budçeyê yên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de bi hinceta ku li dijî Destûra Bingehîn e pêşniyaznameya HDP'ê ya ji bo "zimanê zikmakî" nekirin kirariyê.     Di hevdîtinên budçeyê yên li Komîsyona Plan û Budçeyê de li ser budçeyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) û Saziya Hindekariya Bilind (YOK) hevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de li ser polîtîkayên ziman ku ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê ve tên meşandin di navbera parlamenterên HDP'ê û AKP'ê de nîqaşên tund hatin kirin. Her wiha di hevdîtinan de li ser hin beşên budçeyê di navbera parlamenterên AKP û CHP û ÎYÎ Partiyê de jî nîqaş dertketin.    Piştî hevdîtinan pêvajoya dengdayîna ji bo pêşniyarqanûn dest pê kir. Ji aliyê HDP'ê ve jî ji bo budçeyê 4 pêşniyazname hatibû kirin. Yek ji van pêşniyaznameyan pêşniyaznameya "zimanê zikmakî" bû. Pêşniyaznameya "zimanê zikmakî" bi hin ceta ku li dijî xala 42'emîn a Destûra Bingehîn e nekirin kirariyê. Her sê pêşniyaznameyên din jî bi dengê parlamenterên AKP-MHP'ê hatin redkirin.    Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan li dijî redkirina pêşniyaznameya wan a "zimanê zikmakî" derket û got ku bi budçeyeke ku xizmeta tekparêziyê dike re rû bi rû ne.