Sancar: HDP bûye hêza diyarker 2021-11-03 16:10:42   ENQERE - Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku şer û xizanî yekser bi hev ve girêdayî ne û got ku qebûlnekirina şer wê dawî li talankirina aboriyê bîne. Sancar, destnîşan kir ku li gel her tiştî jî HDP mezin dibe û bûye hêza diyarker.   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar, di destpêkê axaftina xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got, "Beriya du rojan, me rojeke girîng li pey xwe hişt ku ji bo bîranîna têkçûna tarîtiyê ya li Kobanê rojeke dîrokî ye. 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê bû. Serketina gelê Kobanê ya sala 2014'an ji bo bindestên cîhanê bi taybetî jî ji bo gelê Kurd nîşaneya serbilindiyê û rûmetê ye."   'DESTHILATDARÎ TÊK DIÇE'   Derbarê zextên li ser partiya xwe de jî Sancar, ev tişt got: "Desthilatdarî dike nake nikare serî li HDP'ê bide tewandin. Çi dikin jî nikarin pêşî li meşa edalet, aştî û demokrasiyê ya HDP'ê bigirin. Dozan vedikin, êrişan dikin, lê nikare. Bi her awayî qedexeyan radike, zext û zordariyê dike, lê jê nayê. Em hemû ji bo tunekirina demokrasiyê, ji bo tunekirina HDP'ê, hêzên demokrasiyê, hêviya aştiyê û hesreta li paşeroja azad têne kirin. Navê vê jî plana têkbirina têkoşîna demokrasiyê û civakê ye. Lê belê her ku desthilatdarî di vê planê de israr dike ew bi xwe têk diçe. Nikare pêşî li têkçûna xwe bigire. Belê desthilatdarî ji hev dikeve. Her ku ji hev dikeve jî dixwaze civakê dejenere bike. Em ê di her firsendê de bînin ziman ku li dijî vê yekê meşandina têkoşîna hevpar çiqasî girîng e. Şaş bûne ku wê çi bikin; lê belê em baş zanin ku em ê çi bikin. Ji ber vê yekê em bi biryardarî di rêya xwe de dimeşin, lewma em mezin dibin, xurt dibin. Ji ber vê yekê jî em dibin aktorê siyasî yê herî xurt ku deriyê veguherîna demokratîk û destpêkeke nû li welêt vedikin."   'HDP HÊZA DIYARKER E'   Sancar, anî ziman ku HDP her ku mezin dibe, veguhere hêza diyarker a li parlamentê û rêveberiyê û wiha dewam kir: "Em ê ji vê rêyê venegerin. Em ê dest ji vê armanca xwe bernedin. Siyaseteke bêyî HDP'ê, parlamentek bêyî HDP'ê, demokrasiyek bêyî HDP'ê, paşerojek bêyî HDP'ê û veguherîneke demokratîk a bêyî HDP'ê nepêkane. Vê yekê li ser kaxizekê binivîsînin û li cihekî ku her roj bibînin, ji bîr nekin, daliqînin."   'TIFAQA LI DIJÎ ŞER'   Di berdewamê de Sancar, diyar kir ku armanca wan diyaloga bi her beşên civakê re ye, danûstandina bi her beşên civakê re ye û wiha pêde çû: "Partiyeke gel heye ku amade ye li tirs û fikarên her kesî guhdarî bike. Partiya gelan heye, Partiya Demokratîk a Gelan. Navnîşana tifaqa demokrasiyê ya ku em her roj hewl didin mezin bikin, bindest in, mexdûrên civakê ne. Baweriya me pê heye ku em dikarin vê hevgirtinê pêk bînin. Yên ku niha bi dudilî nêzîk dibin, em dikarin vê nêzîkatiya wan fêhm bikin. Mebesta min hêzên demokrasiyê, hêzên civakî ne. Ew jî dikarin bi diyalog û danûstandina bi me re dawî li van fikarên xwe bînin. Em ê biçin wan fikar û gumanan li mijarên hevpar de, di pîvanên bingehîn de bigihînin hev û bi hev re ji holê rakin."   Sancar, destnîşan kir ku wê rabûna li ber şer bikin hevgirtineke pîvanî û got: "Li ser vê yekê jî em ê Tevgera Aştiyê ya Mezin a aştiya bi rûmet û mayinde ava bikin. Çavkaniya herî girîng a paşeroja me, çavkaniya herî girîng a avakirina paşerojê, têkoşîna ber bi Tevgera Aştiyê ya Mezin e ku bi blokeke berfireh a dijberên şer pêk bîne."   'RABÛNA LI BER ŞER, BIDAWÎKIRINA TALANA ABORIYÊ YE'   Di dawiya axaftina xwe de Sancar, bi lêv kir ku beşeke girîng a budçeya Tirkiyeyê ji polîtîkaya şer re tê veqetandin û ev tişt anîn ziman: "Di navbera şer û xizaniyê de têkiliyeke xurt heye. Di şer de komeke sermayedar dewlemend dibe. Ya ku dikeve ser milê milyonan mirovî ne tenê nedayina ewladên xwe ye. Ev têrê nake. Ji xwarinê dibin. Ji ber vê yekê gel ji bo jiyaneke bi rûmet dewam bike, neçar e ku li ber şer rabe. Em neçar in ku Tevgera Aştiyê ya Mezin ava bikin. Em ê pêşî li vê polîtîkayê bigirin ku xwînê bi gel dide verişandin. Rabûna li ber şer tê wateya bidawîkirina talana aboriyê."