Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê 2021-11-04 16:41:00 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa tirk a li Herêma Kurdistanê, bir rojeva Meclîsê û pirsa “Gelo artêşa tirk bêyî fermana hikumetê dikare tevbigere?” pirsî.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa tirk a li Herêma Kurdistana Federe ji Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar pirsî. Aydenîz, di pêşniyaznameya ku pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir de wiha got: “Tirkiye yek ji welatên ku Peymana Çekên Kîmyewî (CWX) ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike îmze kiriye. Wekî din, Tirkiyeyê Protokola Cenevreyê ya sala 1925'an ku bikaranîna gazên fetisandin û gazên lehî qedexe dike, di sala 1929'an de qebûl kiriye.”   ‘LÊPIRSÎN DÊ WERE DESTPÊKIRIN?’   Aydenîz, bi daxwaza ku Akar bi bersivîne ev pirs pirsîn:    “*Îdîayên di medyayê de ku dibêjin di operasyonên yekîneyên girêdayî artêşa tirk yên li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn rast e? Derbarê van îdîayan de wezareta we lêkolînek kiriye?    * Artêşa tirk xwedî wê rayeyê ne ku di operasyonên li ser sînor de li gorî Peymana Çekên Kîmyewî û Protokola Cenevreyê ku Tirkiye aliyekî wê ye, tevnegerin? Artêşa tirk bêyî erêkirin û talîmata hikûmetê (Serokkomar) dikare di operasyonên bi vî rengî de tevbigere?   * Eger îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî rast bin, wê derbarê kesên ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsyar in û asta fermandariyê ya payebilind de lêpirsîn were destpêkirin?”