HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir 2021-11-05 13:20:00   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê diyar kir ku armanc dikin kongreya xwe ya awarte bi awayekî bi coş derbas bikin û banga tevlîbûnê kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte ku dê di 14’ê Mijdarê de li dar bixe, li avahiya navçeya Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn.      Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ê di daxuyaniyê de axivî, darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li dijî partiya wan şermezar kir û wiha got: “Wê her dem siyaseta demokratîk qezenç bike. Kesên sûcdar ne em in ewên ku ev darbe pêk anîne.” Ceylan, dazanîn ku ji 5’ê Îlonê ve nêzî 30 komîsyonên kongreyê ku avakirine li 17 navçeyan dixebitin û anî ziman ku ji kongreyê re amade ne.    CIVAK DI BIN TECRÎDÊ DE YE   Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê Sedat Batûr jî wiha got: “Dema em dibêjin tecrîd tenê behsa tecrîda ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li Îmraliyê dimeşîne nakin. Tecrîdeke ku li her beşa civakê tê kirin heye. Kesên ne ji wan e terorîst îlan dikin. Lê em ê ligel hemû zextan jî jiyaneke azad a demokratîk ava bikin.”   EM Ê AŞTIYÊ PÊK BÎNIN   Batûr, bi bîr xist ku partiya wan di 27’ê Îlonê de li dijî siyaseta heyî deklarasyoneke ji 11 xalan pêk dihat eşkere kiriye û wiha berdewam kir: “Wate û girîngiya kongreya me ya bajêr a Amedê wê di çarçoveya vê belgeya helwestê de be. Em armanc dikin ku kongreyeke bi coş a bi rûmet li dar bixin. Kongreya bajêr a Amedê ji aliyê kongreyeke ku wê rêveriya siyasetê ya li pêşiya xwe diyar bike ve gelekî girîng e. Em ê teqez pêşeroja demokratîk û azad li hev bicivin û em ê aştî û demokrasiyê li vê xakê bi cih bikin.”   Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Nevriye Çûr jî bi gotina “Roja roja bilindkirina moral e. Ji bo pêşerojeke demokratîk divê xwedî li kongreya xwe derkevin” banga tevlîbûna kongreyê kir.