Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin 2021-11-07 17:19:41 TEKÎRDAG- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga “Banga Demokrasiyê” yali Tekirdagê axivî û bal kişand ser doza girtina HDP’ê. Buldan doza girtina HDP’ê rexne kir û wiha got: “Hûn çi qala girtinê dikin. Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Şaredariyê ya Kevn a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê bi dirûşmeya “Banga Demokrasiyê” mîtîng li dar xist. Rêveberên HDP’ê qada mitîngê, rê û xaçerêyên derdorê bi alên partiyê xemilandin. Ji bilî Stenbol û Tekîrdagê ji Edîrneyê jî gelek kes bi otobûs û wesayîtan bi konvoyê beşdarî mîtîngê bûn. Parlamenter, rêber û endamên HDP’ê beşdarî mîtîgê bûn. Gelê hatin qada mîtîngê di kontrola cendirmeyan re derbas bûn. Dema hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xwestin bi amûrên muzîkê derkevin ser dikê, cendirmeyan destûr nedan ku hunermend bi amûran derkevin ser dikê.  Li ser vê yekê hunermend bêyî amûran derketin ser dikê û stran gotin.    HDP LI HER DERÊ YE   Piştî girse li qadê kom bû, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, derket ser dikê û gel silav kir. Buldan, anî ziman ku ji ber mîtînga “Banga Demokrasiyê” li vih hatiye amedekirin ji bo wan rûmetek pir mezin e û wiha got: “Me di 27’ê îlonê de deklarasyonek parve kir. Me di vê deklarasyonê de rêgezên HDP’ê û helwesta HDP’ê diyar kir.  HDP piştî hilbijartinê dê bibe iqtîdara demokratîk a vî welatî. Em vê yekê bi van mîtîngan temam dikin. Em li her derê Tirkiyeyê û li Ewropa civînên bi gel re çêdikin. Ez ji Parîsê hatim vir. Slavên kurdên Parîsê ji were hene. Li her derê gelê me yê tu carî li dijî zext û zilmê serî natewîne û bi serbilindî û rûmet têdikoşe heye. Li ku dibe bila bile, çi dibe bila bibe gel li partiya xwe xwedî derdikeve.”     HDP PIRA GELAN E   Buldan, anî ziman ku HDP ji Tekîrdagê heta Qersê, ji Colemêrgê heta Edirneyê pira gelan e û wiha lê zêde kir: “Li gel hemû zext û astengiyan em tu carî ji rê û rêgezên xwe tawîzê nadin. Hevkariya têkoşîna hemû civak û baweriyan e. Tu kes nikare vê pira gelan xera bike. Gelê me yê rêzdar, yên ku niha vî welatî bi rêve dibin, bi polîtikayên talankirin, wêrankirin, şer, xizanî û birçîbûnê bi rêve dibin. Lê li dijî vê yekê HDP li cem gel cihê xwe digire. AKP’ê di 20 salan de xirbe û kavilên mezin li pey xwe hiştiye. Em niha dibînin ku sînorê xizaniyê 10 hezar lîra derbas kiriye. Ji ber ku butçe ne ya şer e. Butçe ya Qesrê ye. Êdî hemû gelê Tirkiye dizane ku yê vî welatî ji qeyranê rizgar bike HDP ye.”    Buldan, da zanîn ku yên vî welatî ji vê qeyranê rizgar bike gelên li vî welatî dijîn in û wiha berdewam kir: “Gotin em ê aboriyê bifirînin, lê aborî têk birin. Zem li ser zemê zêde dikin. Hemû çavkaniyên vî welatî li şer xerç dikin. Her roj ceyran, xaza xwezayî zem dikin.”    Buldan, destnîşan kir ku Selahattin Demirtaş, Abdullah Zeydan, Figen Yuksedag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel dê serbest bêne berdan û wiha pêde çû: “Bila kes nefikire ku Demirtaş, Yaksekdag, Kişanak, Tuncel bi tenê ne. Îro bi milyonan kes li pişt wan in. Îro tenê rojeva îqtîdarê HDP ye. Ji ber ku ji HDP’ê ditirsin doza girtinê li HDP’ê vedikin. Tenê ji ber xebatên HDP’ê dixwazin HDP’ê bigirin. Lê HDP ne partiyek ku bê girtin e. Hêza wan tune HDP’ê bigirin. HDP ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû welatên cîhanê şax û kok berdaye. Em ketine rê û em tên ku vî welatî bi rêve bibin.”     KIRYARÊN XWE YÊN KUŞTINÊ ÎTÎRAF KIRIN   Buldan, bal kişand ser axaftinên Sedat Peker û Mehmet Eymur û wiha bi dawî kir: “Sedat Peker axivî lê tu tişt nekirin, Serokê Daîreya MÎT’ê Mehmet Eymur mukir hat. Aşkere kir ku cînayetên ku pêk hatin bi destê dewletê pêk hatiye. Em dizanin ku ev mukirhatin dê zêde bibe. Ji ber ku yên vî welatî bi rêve dibin vê pergalê xera dikin. Mafya û çetayan dest dane hev û vî welatî bi rêve dibin. Em bang li yên ku dibêjin ‘Li vî welatî pirsgirêka kurd tune ye. Me ji mêjde pirsgirêka kurd çareser kir’ dikin. Li vî welatî pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê divê daxwazên gelê kurd ên ziman, çand û nasname, daxwazên gelê kurd ên rêveberiyê pêk bên û bi zagonan mîsoger bibin. Li vî welatî pirsgirêka elewiyan, pirsgirêka jinan, pirsgirêka ciwanan, heye.”     Piştî mîtîngê jin û ciwan meşiyan nava bajêr. Bi dehan kesan dirûşme berz kirin û meşiyan.