Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye 2021-11-08 17:07:57 ÇEWLIK - Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir ku li Çewlikê axivî, diyar kir ku di pêvajoya ku derbasî sedsala duyemîn a komarê dibin de ji ber Pirsgirêka Kurd "bi krîzeke jihevketinê ya dewletê re" rû bi rû ne.    Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li avahiya HDP'ê ya Çewlikê hevdîtina gel hat lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û gelek welatî tevlî hevdîtinê bûn. Li eywana ku hevdîtin lê pêk hat pankarta "Li dijî faşîzmê em têkoşîn mezin dikin" hate daleqandin. Di hevdîtinê de despêkê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi desthilateke ku kontrola xwe winda kiriye re rû bi rû ne.   AKP-MHP TÊK DIÇIN   Bayindir, destnîşan kir ku atmosfera siyasî ya li welat berdewama polîtîkayên dewletê yên nêzî sed salî ye û wiha axivî:   "Krîza dewletê ya sedsalî bi têkoşîna kurdan têk diçe. Ji ber vê jî ewqas êrîş li ser partiya me hene. Êrîş ne tenê li dijî partiya me, li tevahiya destketiyên gelê kurd tên kirin. Partî û saziyên me yên siyasî hê jî li ber van hemû êrîşan radibin. Xwestin bi 'plana têkbirinê' tevahiya rêxistinbûyîna me tine bikin, lê belê di vê qonaxê de gel û saziyên kurd sax man; ya ku derba hilweşînê xwariye AKP û MHP ye. HDP di pozîsyona diyarkirina pêşeroja pêvajoya civakî û siyasî de ye. Em îro êdî ne tenê desthilatdariya AKP-MHP'ê hilweşînin. Em îro ji vê pir wêdetir in. Em bi qeyraneke dewletê ya hilweşiyayî û neçareserî re rû bi rû ne û divê dewlet bi xwe êdî ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ji nû ve ava bibe. Eger nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike. Ya ku vê rewşê derdixîne holê têkoşîna gel û saziyên kurd in. Di vê rewşê de rojeva herî nêz ew e ku CHP, partiya muxalefetê ya sereke ku parlementoyê derbas dike û qaşo partiya muxalefetê ya sereke ye ku ji tezkereyê re bêje 'na'. Bêyî têkoşîna gelê kurd CHP'ê tu carî nikarîbû bigota 'na'. Lê belê wê di pêvajoya pêş de bi xwe re pêşketinên gelekî girîngtir bîne."   LI SER RÊXISTINBÛNÊ HÛR DIBE   Dewlet neçar e Pirsgirêka Kurd çareser bike û di mijara daxwazên wekhevî, azadî û çêkirina destûra bingehîn a demokratîk de hesasiyetê nîşan bide. Dîsa îro hişmendiyeke dewletê ya ji hemû têkiliyan hatiye îzolekirin, ji bilî çareseriya Pirsgirêka Kurd tu çareya xwe nîne. Pêvajoya em tê de ne, vê yekê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Di vê wateyê de hem pêvajoya ku em tê de ne û hem jî geşedanên siyasî yên hatine jiyîn pir girîng in. Ji ber vê yekê, bi gelê me re meşandina xebateke bênavber a rêxistinbûyînê, berpirsyariyeke ji her demê girîngtir û dîrokî ye. Ji ber vê yekê, her dayik, ciwan û hevaleke/î ku wê hêza me xurt bike, di pozîsyona diyarkirina pêvajoya paşerojê de ne. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku rêxistinbûyîna îro ji her demê girîngtir e. Her kesî deklarasyona HDP'ê li gorî xwe weke belgeyeke helwestê nirxand. Me bi deklarasyona ku weşandiye re aşkera kir ku di pêvajoya pêş de em ê helwesteke çawa nîşan bidin. Em vê pir zelal dikin. Xeta me Rêya Sêyem e. Em ê di dema pêş de jî li ser vê bingehê hêza xwe bidomînin."   OZTURK: 98 SAL IN QIRKIRIN PÊK TÊ   Piştî Bayindir, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî axaftin kir. Ozturk jî destnîşan kir ku 98 sal in qirkirin pêk tê û ev tişt anîn ziman:    "Kurdistan bi peymana Lozanê re bûye çar parçe û bi Destûra Bingehîn a Sala 1924'an re polîtîkayên qirkirinê yên li dijî kurdan ketine meriyetê. Qirkirin ne tenê bi awayekî fîzîkî, bi rê û rêbazên cuda ketiye meriyetê. Ya ku em jê re dibêjin 'qirkirina spî' destûreke li ser bingeha hedefgirtin û tinekirina ziman, dîrok, çand û gel bi xwe ye û planên di çarçoveya wê Destûra Bingehîn de hatine meşandin e. Ev 98 sal in li dijî gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê qirkirin diqewime.   BIKARANÎNA ÇEKA KÎMYEWÎ   Li Başûr dagirkeriyek heye. Jê ra dibêjin êriş. Û ev ne tenê pirsgirêka Başûr e. Dibe ku bibe çar parçe, lê ji bo hemû kurdan pirsgirêk e.  Her serketina li başûrê Kurdistanê ji bo kurdên li vê derê serketinek e. Xwediyê yekane nîne, saziyeke partiyê nîne. Her kurdek li wir xwedî serketinek e. Berdêl hene. Niha hişmendiyek ji Sedam xerabtir li dijî kurdan dîsa serî li çekên kîmyewî dide. Em nikarin vê qebûl bikin. Hemû peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Mirovên ji qadên cuda yên jiyanê dibêjin li herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn, lê ji kesî tu gotin nîne. Sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Eger hûn mirovahiyê diparêzin, durûtiyê nekin. Çav û guhê xwe ji kurdan re negirin. Di vî warî de divê rayedarên wezîfedar biçin û li herêmê lêkolînan bikin.   REXNEYA LI MÛXALEFETÊ   Hûn vê tecrîdê li ser şexsekî ferz nakin. Bersiveke vî dengî ji hemû xerabiyên we re heye. Pêşniyarên wî yên li ser çawaniya avakirina jiyaneke hevpar hene. Dema dengê wî tê, em dibînin ku li Tirkiyeyê hêvî bilind dibe. Ji ber ku hêvîya mirovan heye hûn wî dixin tecrîdê. Ev tecrîd cihê xwe di hiqûqê de nîne, rêbazeke îşkenceyê ye. Ji ber hin sedeman, dema ku serî li Birêz Ocalan hate dayin, deng ji kesî nayê. Bêyî şikandina vê tecrîdê divê kes qala çareseriya krîzên li Tirkiyeyê neke . Dema ku hûn qala tecrîdê nekin hûn ê çawa qala demokrasiyê bikin?"