Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele 2021-11-09 11:10:20   AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku îqtidar bi israra neçareseriyê dihele û got: “Îqtidarê xwest bi şer muxalefetê bîne hîza hev lê belê muxalefetê vê carê helwest nîşan da.”    Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayip Temel ku ji Çapemeniyê Berpirsiyar e mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.      DEKLARASYONA WAN DENG VEDAYE    Tayip Temel bal kişand ser deklerasyona wan di 27’ê îlonê de ji raya giştî re eşkere kir di raya giştî de gelek deng veda û di rojevê de cihê xwe girtiye. Temel anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng û bingehîn pirsgirêka kurd e û ji ber muxalefetê vê meseleyê hildaye rojeva xwe û li serê nîqaş dane destpêkirin wan gelek kêfxweş kiriye û helwesta muxalefetê ya ji bo îqtidara ku çareseriyê naxwaze jî bûye bersivek baş.    ÎQTIDAR KETIYE NAVA PANÎKÊ    Temel da zanîn ku xwedîderketina deklarasyona HDP’ê îqtidarê li hev har û dîn kiriye û îqtidar carek din berê xwe daye HDP’ê û ew di zextên ku îqtidar bi ser partiya wan de tîne dibînin ku îqtidar ketiye nava panîkê. Temel got deklarasyona wan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd perspektîfek e.     MUXALEFETÊ HELWEST NÎŞANÎ ÎQTIDARÊ DA    Temel destnîşan kir ku îqtidarek di neçareseriyê de israr dike di pêvajoyek ku çareserî tê nîqaşkirin tezkere aniye rojevê û wiha got: “Îqtidarê xwest bi vê tezkereye şikandinê bixe navbera muxalefetê û muxalefetê bîne hîzaya ku dixwaze. Lê belê muxalefetê li dijî tezkereya şer seknek erênî da nîşandan. Divê meriv navê vê tezkereyê lê bike, navê vê tezkereye şerê li dijî kurdan e. Dixwazin bi van tezkereyan li dijî gelê kurd şer bikin rewşek qanûnî. A rast îqtidarê bi vî şerî dixwaze muxalefetê bîne hîzaya hev. Di salên dawî de uxalefet carna helwesta xwe nîşan neda. Lê muxalefetê vê carê helwestek li dijî îqtidarê da nîşandan. Helwesta partiyên ji tezkereyê re gotin ‘na’ zor grîng bû. B itaybetî helwesta CHP’ê erênî bû. CHP destnîşan kir ku ev tezkere ji bo xêra gelên Tirkiyê nîne.”    ARMANCA SEREKE BÊSTATÛ HIŞTINA KURDAN E    Temel anî ziman ku armanca tezkereyan ew e ku gelê kurd bê statû bihêlin û destkeftiyên kurdan ên li başûr û rojavayê Kurdistanê têk bibin. Temel got ev jî polîtîkaya AKP-MHP’ê berdewamiya polîtîkaya “Plana Têkbirinê” ya li dijî gelê kurd e.        ‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ ŞER E’    Temel bal kişand ser îdiayên çekên kîmyewî ya Tirkiyê ku li dijî axa Başûrê Kurdistanê bikar tîne û wiha got: “Îdiayên gelek mezin û girîng in. Em jî wek partî ji nêz ve vê geşedanê dişopînin. Wek ku tê zanîn, bikaranîna çekên kîmyewî di çarçoveya ‘sûcê şer’ de ye. Hêceta hilweşandin ango têkbirina Saddam Huseyîn jî ew bû li dijî kurdan kîmyayê bikar anî û bi hezaran kurd qetil kirin. Tê gotin bi dehan gundiyên li Herêma Kurdistanê rakirine nexweşxaneyê. Gelek kesayet û sazî ji bo vê yekê bang dikin. Lazim e Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo lêkolîna û heqîqeta vê yekê şertên pêwîst ji bo wan kesên lêkolîn bikin çêbike. Tê gotin ku gundî li nexweşxaneyên leşkerî tên dermankirin. Heke ev bûyer were piştrastkirin, wê ew berpirsiyar werin darizandin. Divê viya baş were zanîn. Ev sûc bi demboriyê re jî rûbirû namîne. Lê mesel ev e, Meclîsa Herêma Kurdistanê divê ji bo lêkolînê tiştên pêwîst bike û divê bang li navendên ku çekên kîmyewî bikar tîne bike û wan dawetî herêmê bike. Lê tişta herî xeternak ew e ku heta niha îqtidarê li Tirkiyê daxuyaniyek ji bo vê nedaye û bêdengiya wan serwer e.”    MA / Ergîn Çaglar - Eylem Akdag