Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî 2021-11-09 12:27:44   ÊLIH - Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca sûcên ku çekdarên Tirkiyê û grûpên girêdayî wan li Efrînê li dijî jinan dikin bir rojeva Meclîsê.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca li ser sûcên ku li bajarê Efrînê li dijî jinan tên kirin rawestiyaye. Ûca ji bo revandin û sûcên li jinan ji aliyê çekdarên Tirkiyê û grûpên girêdayî wan ve tên kirin zelal bibe, mijarê bir rojeva Meclîsê. Ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu vê mijarê bibersivîne pêşniyazpirsek da Serokatiya Meclîsê.   Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û grûpên paramîlîter ên çekdar ku girêdayî wan in, di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrişan kirin û di 18’ê adarê heman salê de bajarê Efrînê ket kontrola van grûpan. Feleknas Ûca di pêşniyazpirsa xwe de bal dikişîne ser binpêkirinên mafan ên li Efrînê bi destê van grûpên çekdar pêk tê û destnîşan dike ku bajarê Efrînê veguheriye bajarê talan, dizî, desteserkirin, tecawiz, paqijiya etnîk û heta niha bi ser hezarî re jin hatine revandin. Ûca tîne ziman ku heta nih aqûbeta bi piraniya van jinan nayê zanîn û li gorî daneyên li ber destê wan heta niha 84 jin bi destê van grûpan hatine qetilkirin. Ûca di pêşniyazpirsê de dide zanîn ku 6 ji van jinan dawî li jiyana xwe anîne  û li dijî 71 jinan jî sûcên êrişên zayendî pêk hatine. Ûca diyar kir ku ji roja êrişên li dijî Efrînê hatine destpêkirina û heta roja me ya îro li dijî jinan û xelkê herêmê sûcê şer bênavber berdewam dike.    Ûca di pêşniyazpirsê de bi hin pirsan têkildarî sûcên li dijî jinan hatine kirin û derbarê aqûbeta wan de ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu kirine û xewstiye pirsên wê werin bersivandin.