Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike 2021-11-09 16:14:33   AMED - Parlementera HDP’ê Semra Guzel bertek nîşanî êrişa ser avahiya partiya xwe ya navçeyê û binçavkirina endamên partiya xwe dan û bi lêv kir ku desthilat bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl dide tirsa xwe li gel belav bike.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, ji bo binçavkirina rêveberên xwe û endamên sendîkayê û erişa bi Molotof a li dijî Rêxistina xwe ya Navçeya Peyasê şermezar bike, li avahiya Rêxistina HDP’a Peyasê daxuyanî da. Parlementer Semra Guzel, Remziye Tosûn, Îmam Taşçier, Hevserokê Bajêr Zeyyat Ceylan û endam û rêveberên partiyê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Ceylan axivî.    Ceylan, diyar kir ku balkêşe beriya kongreya wan ku di 14’ê Mijdarê de pêk were endam û rêveberên wan hatin binçavkirin, êrişî avahiya partiya wan hat û wiha got: “Em ê xebatên xwe dîsa jî bidomînin. Niha 19 hevalên me di bin çavan de ne. Ev operasyon ne exlakî ne ne jî wijdanî. Wê siyaseta demokratîk li HDP’ê zêdetir xurt bibe. Em bi israr dubare dikin, bila nefikirin ku bi mezinkirina kaos û qeyranê re ew ê bi ser bikevin. Heke were windakirin wê tenê ne kurd û HDP wê herkes winda bike. Çi bikin bila bikin, ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî nijadperestî û faşîzma AKP’ê û MHP’ê em ê kongreya xwe di 14’ê mijdarê de pêk bînin.”   TIRSA DESTHILATÊ YA JI DEMOKRASIYÊ   Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên partiya xwe dan û wiha got: “Desthilat bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl dide tirsa xwe li gel belav bike. Îro di siyasetê de zimanekî nijadperest bi kar tînin. Mixabin ev zimanê nijadperest rê li ber mirinan, kûrkirina polîtîkayên şer û êrişên li dijî partiya me vedike. Hevalên me bi fermanên ku dane darazê hatin binçavkirin lê em dizanin. Esas tirsa wan ji têkoşîna me ya demokrasiyê ye. Ya ku ew dixwazin bikin, têkoşîna em dimeşînin krîmînalîze bikin û pêşî li têkoşîna sendîkayî ku her ku diçe mezin dibe bigirin. Divê desthilat vê baş bizane, em hişmendiya we baş dizanin. Ev hişmendî bi salane qirkirina operasyonên siyasî dike. Ev hişmendiya we berdewama hişmendiya qirêj a berê ye. Heke îro hêj HDP hebe, ji ber hêza ji gel werdigire têdikoşe ye.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.