Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin 2021-11-09 16:54:54   XARPÊT - Hevserokê KCD’ê di hevdîtina “Dema azadiyê” de li Depê axivî û destnîşan kir ku krîzên li Tirkiyê bi pêşniyazên çareseriyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikarin werin çareserkirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Depê ya Xarpêtê di çarçoveya hevdîtina “Dema azadiyê” de civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir û gelek kes beşdarî civînê bûn.     ‘EW BI XWE TÊK DIÇIN’    Hevserok Keskîn Bayindir di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew di vê sedsala dawî de bi îqtidara herî hov re rûbirû ne û îqtidarê planên têkbirina kurdan ji sala 2014’an ve xistiye meriyete lê li ne kurd îqtidar bi xwe têk diçe. Bayindir da zanîn ku tu planek û rêbazek nemaye ku vê îqtidarê li hember gelê kurd bikar neaniye û dîsa jî têkoşîna kurdan bi ser dikeve. Bayindir destnîşan kir ku pêvajoya pêşiya wan ji bo gelê kurd gelek girîng e û wê îqtidara AKP-MHP’ê di dema pêş de çem û çem biçe.    ‘XITIMANDIN BI PÊŞNIYAZÊN OCALAN DIKARE WERE VEKIRIN’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku zîhniyeta serwer sed sal in êrişî kurdan dikin û dixwazin kurd li ber wan serî bitewînin û kurdan bikin koleyên xwe. Ozturk got wan tu carî serî netewandiye û çawa wan her tim li dijî her cûre neheqî û êrişan li ber xwe daye û wê her li ber xwe bidin. Ozturk anî ziman ku ji bo bidawîkirina krîzên li welat pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Birêz Ocalan bi sedan car pêşniyazên çareseriyê kir. Ji bo azadiyê û demokratîkkirina Tirkiyê birêz Ocalan gelek rê û rêbaz pêşkêş kir. Ev pergal xitimiye. Ev pirsgirêka xitimandinê bi rê û rêbazên Ocalan dikarin werin çareserkirin. Lê li şûna diyaloga bi Ocalan re polîtîkayên êrişan xistine dewrê. Cihê ku wê ew berê xwe bidinê diyar e.”