Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin? 2021-11-10 14:47:22   AMED - Parlementera HDP’ê Dersîm Dag ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin bir rojeva Meclîsê, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsa “Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceya li girtîgehan re bêdeng bimînin?” pirs kir.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag binpêkirinên mafan ên weke Qanûna Înfazê, astengkirina berdana girtiyan, lêdana girtiyan a ligel sewqan zêde bûyî, ferzkirina lêgerîna tazî û hejmartina ser piyan ên li girtîgehan zêde dibin bir rojeva Meclîsê. Dag, anî ziman ku, li gel ku girtîgehên nêzîktir hene jî sewqkirina girtiyan a girtîgehên derve li dijî xala 8’emîn Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.      Dag, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:   “* Ma hûn ê hêj çiqas li dijî binpêkirina mafan, îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan bêdeng bimînin?    * Wezareta we girtîgehên ku bûne navenda binpêkirinên mafan herî dawî kengî kontrol kiriye? Di van kontrolkirinan de bi girtiyên siyasî re hevdîtin hatiye kirin?   * Derbarê binpêkirina mafan de hejmara giliyên ku ji Wezareta we re hatine çend in? Derheqê çend ji van giliyan de lêpirsîn hatiye vekirin?    * Derbarê çend midurên ku binpêkirinên mafan, îşkence û tundiya li girtîgehan pêk tînin de lêpirsîn hatiye vekirin?   * Gelo gardiyan an jî xebatkarên girtîgehê yên ji ber binpêkirina mafan derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin hene?   * Veguhastinên di navbera girtîgehan de li gorî kîjan krîteran tên kirin? Mînak, sedema veguhastina girtiyekî ku hem li Êlihê tê darizandin hem jî mala wî li wir e ya Edîrne yan jî girtîgeheke din a dûr, çi ye?    * Di salên dawî de li ser zêdebûna sewqkirin û mexdûriyeta ku ji aliyê wezareta we ve hatiye afirandin, tu xebat hene?    * Girtî û hikumxwarên ku li girtîgehên herêmê dimînin sewqî girtîgehên dûr tên kirin. Ev nayê wê wateyê ku malbatên girtiyan jî tê cezakirin?   * Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha ji ber veguhastina girtiyên li girtîgehan li dijî vîna wan cezayê tazmînatê dabe Tirkiyeyê jî, çima wezareta we di vê pêkanîna xwe de israr dike?    * Di nava 5 salên dawî de hejmara girtî û hikumxwarên ji girtîgehên herêmê derbasî girtîgehên li Derya Reş, Anatoliya Navîn, Ege û Herêma Marmarayê hatine kirin, çi ye?”