Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin 2021-11-14 09:31:47   ENQERE - Hişyar Ozsoyê HDP'î anî ziman ku ji bo penaberên li sînorê Belarûs-Polonyayê hin hewldanên wan hene û têkildarî meseleya ku penaber bi balafirên THY'ê tên veguhastin jî got: "Ev angaşt hingî xurt in, tê gotin dibe ku seferên THY'yê yên ber bi Yekîtiya Ewropayê ve bên astengkirin."   Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, têkildarî krîza penaberan a li sînorê Belarûs-Polonyayê axivî.    HELWESTA LÛKAŞENKO   Ozsoy, anî ziman ku tansiyona li sînorê Belarûs-Polonyayê ji havînê ve wisa zêde ye û ev yek bi polîtîkaya Serokê Dewletê yê Belarûsê Lûkaşenko ya li sînorê sekinandina penaberan bûye rojev. Ozsoy, bilêv kir ku Lûkaşenko ji ber muayeîdeyên li hemberî xwe penaberên ji Rojhilata Navîn li sînorê Polonyayê kom kirine û got: "Mirovên ji Iraq û Sûriyeyê hatine anîn, pêşî ber bi Mînksê ve û bi dû re jî ber bi sînor ve tên şandin. Hewl didin biçin Ewropayê. Wekî gefxwarin bikaranîna penaberan me berê li Tirkiyeyê dîtibû. Lûkaşenko jî ji bo bersiva mueyîdeyên Ewropayê bide, dibe sedema rewşeke pir êşbar."    DRAM   Ozsoy, diyar kir ku du meh berê têkildarî 41 penaberên ji Herêma Kurdistana Federe li sînorê Polonyayê krîzek rû dabû û got: "Wê demê jî em ketibûn nava hin hewldanan û me hewl dabû yekeyên têkildar ên Konseya Ewropayê tevbigerin û mesele bi awayekî hatibû helkirin. Lê belê, meseleya niha meseleyeke hîn mezintir e û hejmar jî pir e. Çareserkirina wê jî ne wisa hêsan e. Lûkaşenko bi Konseya Ewropayê re naşixule. Li sînor drameke pir mezin heye. Tê gotin heya niha gelek kes ji sermana jiyana xwe ji dest dane. Ger mesele neyê çareserkirin dê drameke mezin rû bide."    MÎLÎTARÎZEKIRINA SÎNOR   Ozsoy, destnîşan kir ku malbatên gelek penaberên li sînorê Polonya-Belarûsê ji bo çareserkirina meseleyê serî li wan dane û got: "Me di civîna Parlementoya Konseya Ewropayê de ev mesele wekî 'rojeke lezgîn' esas girt. Wê çaxê ev qasî ne wisa xirab bû. Hat destnîşankirin ku têkiliyên di navbera dewletan de çi dibe bila bibe divê nêzîkatiya ji bo mirovan mirovî be. Her kes Lûkaşenko rexne dike. Rexne dikin ji br ku penaberan berhev dike û tîne li sînor kom dike, mesele êdî ne meseleyeke ku bi awayekî hêsan bê rexnekirin. Polonyaya endamê Yekîtiya Ewropayê, 15 hezar eskerên din jî li sînor bi cih kirin. Dixwazin bi mîlîtarîzekirina sînoran meseleyê çareser bikin. Ev ne tiştekî mirovî ye."    AMADEKARÎ   Ozsoy, anî ziman ku YE muxatabê vê krîzê ye û ji bo çareserkirina meseleyê di ser koma çepgir re hin hewldanên wan çêbûne. Ozsoy, destnîşan kir ku ji bo Komîteya Penaberan a Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê biçe sînorê Polonyayê ketine nava hewldanan û got: "Berê ji bo krîza Yewnanîstanê çûbûn. Ji bo demildest biçe sînorê Polonyayê hewldanên em didomin. Me ev yek wekî rojekeve lezgîn da ber Komîteya Daîmî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê, ewm hewl didin pêvajoyê lezgîntir bikin."    THY Û QAÇAXÇÎTIYA MIROVAN   Ozsoy, diyar kir ku angaştên ku THY penaberan dibe Belarûsê angaştine pir xurt in û çendî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû vê yekê înkar bike jî, lê li Ewropayê û Almanyayên têkildarî vê raporên îstixbaratê hene. Ozsoy, anî ziman ku tê gotin ji Antalya, Stenbol û Mînksê gelek sefer tên kirin û got: "Ev angaşt hingî xurt in, tê gotin dibe ku seferên THY'yê yên ber bi Yekîtiya Ewropayê ve bên astengkirin. Ger ev angaşt rast bin, ev tê wateya ku THY qaçaxçîtiya mirovan dike. Tê gotin Rûsya û Tirkiye penaberan dibin sînor."    MA / Berîvan Altan