HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin 2021-11-14 12:47:09   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê, bi şîraa "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" 3'emîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê, şîara "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" 3'emîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Di kongreya ku li Eywana Dewetê ya Kaplanê ya li navçeya Peyasê tê lidarxistin de polisan bergiriyên berfireh ên ewlehiyê girtiye. Li eywanê pankartên "Hevserokatî xeta me ya mor e" , "Em bi rihê cîwantiya şoreşgre tecrîdê parçe dikin" , "Ji tecrîdê re na ji girtîgehan re azadî" , "Li dijî budçeya şer, qesrê û alîgiran em budçeya gel diparêzin" û poster Denîz Poyraz hatin daleqandin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Cîwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêxistinên CHP û Partiya Pêşerojê yên Bajar ên Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê,  Platforma Zimakê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Badikan(BAD-DER), Komeleya Lêklînê û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê tevlî kongreyê bûn.    Beriya Kongreyê jinan bi tililiyan govend gerandin.    KES BI KURDAN ÇOK BIDE ŞIKANDIN   Bi rêzgirtinê kongreyê dest pê kir û axaftina vekirinê ya kongreyê Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan kir. Ceylan, destpêkê hevseroka xwe ya girtî Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên xwe silav kir û piştre bi van gotinan bal kişand ser êrişên bi armanca tesfiyekirina kurdan: "Kesên ku digotin, 'em ê we tesfiye bikin' tesfîye bûn. Heta kesên ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin hebin wê kes nikaribe bi gelê kurd çok bide şikandin. Di şexsê Amedê de ji ber têkoşînê û berxwedanê em spasiya gelê kurd dikin. Di şer de israr dikin. Siyaseta şer veguherî siyaseta serdegirtinê. Em ê li dijî vê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Em ê bi siyaseta demokratîk bi wan bidine windakirin. Siyaset şer siyaseta qeyûm e. Held didin kurdan bi vî rengê bêvîn bihêlin. Em ê weke HDP siyaseta xwe ya li dijî qeyûman mezin bikin."   Kongre bi axaftinan didome.