Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî 2021-11-14 14:00:38   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervîn Bûldan, di kongreya partiya xwe ya Amedê de diyar kir ku desthilat êdî demên xwe yên dawîn dijî û ev tişt got: "Wê qet hêza tu kesî têr neke ku me ji vê xakê bibin."   Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervîn Bûldan, tevlî 3'emîn kongreya awarte ya partiya xwe ya bi şîara "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" tê lidarxistin bû. Bûldan, di kongreyê de axaftinek kir û demeke dirêj beşdarên kongreyê ji bo Bûldan li çepikan dan. Bûldan, bi silavkirina beşdarên kongreyê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser polîtîkayên ku li dijî partiya wê tên meşandin.   DOZÊN TOLHILDANÊ   Axaftina Bûldan bi kurtayî wiha ye:   "Herî zêde girtin û binçavkirin li Amedê pêk tên. Li gel vê yekê îro em kongreya heri bi coş li vir pêk tînin. Ew li salonên dadgehê me danarizînin. Em wan li salonan dadirizînin. Li vî welatî hiqûq tune. Perçeyên hiqûqê tune. Ev dozên li me têne vekirin dozên tolhildanê  ne. Çawa li vî welatî dadgehên îstîklalê bi ser neketin, dê dadgehên AKP û MHP’ê jî bi ser nekevin. Çawa ew dadgeh yek bi yek hilweşiya, ev dadgeh jî dê hilweşin.    EM BI MILYONAN LI QADAN IN   Wan heta niha HEP, DEP, HAPED DEPAP girtin, wisa fikirîn ku bi ser bikevin û rê li siyaseta kurdan bigirin. Lê her çend partî girtin jî kurd li siyasetê xwedî derketin. Xebatê siyasî berdewam kirin. Her ku em yek hat girtin em bi milyonan daketin qadan. Îro em bi milyonan li qadan in. Niha hişmendiya ku vê yekê nabîne li ser îqtîdarê ye.   KUJERAN BIDARIZÎNIN   Em li vir bang li we dikin, kesên tacîzkar, tecawizkar, kujeran bigirin û darizînin. Yên li vî welatî mirovan qetil dikin nayên darizandin. Lê yên li vî welatî têkoşîna aştî, demokrasiyê didin û siyasetê dikin tên girtin. Yên li vî welatî bûn şaredar û hevşaredar îro hêj girtî ne. Îro şirîkê AKP yanî MHP jî  heqaretê li HDP’ê dikin.   KURD BI ÎNKARÊ TUNE NABIN   Li vî welatî êdî Serokê AKP’ê yê divê pirsgirêka kurd tune heye. Serokê AKP’ê li Amedê digot ‘Pirsgireka kurd pirsgirêka min e’ lê li Enqereyê dibêje pirsgirêka kurd tune. Serokê AKP’ê yê digot pêvajoya çareseriyê tune heye. Her tim li çavê gel dinere û derewan dike. Em dipirsin çima ew qas derewan dike? Hûn îro bêjin pirsgirêka kurd çareser bû û pirsgirêka kurd tune, hûn derewan dikin. Ji ber ku li vî welatî pirsgirêka kurd heye û pirsgirêkek pir mezin heye.    HÛN DIJMINÊ KURDAN IN   Hêza tu kesî tune vê yekê înkar bike. Mafê tu kesî jî tune vê rastiyê înkar bikin. Ez li vir carek din ji Erdogan ê digot ‘Me pêvajo xelas nekir ‘dipirsim. Me li Dolmabahçe mase danî. Lê piştre got ‘Maseya çi?, Dolmabahçeya çi?’ û mase înkar kir. Bi vê jî nehat ser piştî 2015’an tecrîda li Îmraliyê pêş xist. Piştî pêvajoya çareseriyê xelas kir Îdrîs Balûken ê ji bo aştiyê têdikoşiya girt û şand girtîgehê. Îdrîs Balûken bi daxwaza we çû Îmralî û Qandîlê. We rêya Qandîlê vekir. Kilîta deriyê Îmraliyê li cem we bû. We derî vekir. Hûn dijminê kurdan in. Hûn dijminê demokrasiyê ne. Hûn tu car naxwazin aştî were vî welatî. Ji ber hûn ditirsin hûn van qoltixan winda bikin. Ji ber vê aramiya gel ne xema we ye.   DÎROK WE JI BÎR NAKE   Ev welat ne gul û gulİstan e. Li vî welatî xizanî û birçîbûn heye. Li vî welatî nelirêtî û dizî heye. Dîrok we ji bîr nake. Dîrok dê qeyûm û nelirêtiyê we jî ji bîrneke. Dîrok dê di hilbijartinê de vê bîne pêş we. Bi gotina ‘Pirsgirêka kurt tune’ pirsgirêka kurd çareser nabe. Kurd vê rastiyê baş dizanin. Kurd li rastî û heqîqetê dinerin.”