Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin 2021-11-17 14:18:40   AMED -  Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag ku ji Wezîrê Edaletê pirsa berdana cerdevan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan ên kujer kir û diyar kir ku cerdevanên sûc kirine bêceza hatine xelatkirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag berdana sercerdevan û lawê yê cerdevan ku hevjîna xwe Hamdiye Şik a bi mehra olî zewicandiye kuştibûn û hatibûn girtin, çend roj berê hatin berdan ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. Parlamenter Dersim Dag ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî pirsa cerdevaniyê kir.    ‘CERDEVAN MAKÎNEYÊN SÛC IN’    Dag di pêşniyaznameyê de diyar kir ku cerdevan bûne makîneyên sûc û got: “Cerdevan ji salên 90’î û vir ve li herêmê bûne makîneyên sûc. Kuştina kiryar nediyar, înfazên bê daraz, tecawiz, xerckirin, talan, kuştin, birîndarkirin, revandin, bikaranîna teqemeniyan, dizî, kontrolkirina bi darê zorê, îmzekirina peymanan, şewitandina daristanan, şewitandina dexl û giya, sextekarî, bertîl, îxrackirin, revandina zarokan pêk tînin. Gef, tecawiz, bazirganiya jinan, tiryak, çek, cebilxane, heywanên zindî, qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û sûcên hawirdorê ji sûcên ku cerdevan di nav wan de ne dikin.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ    Dag ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir: “Gelo rayeya wezareta we heye ku sûcên cerdevanan kirine ceza bike? Mahmut Karaaslan ji aliyê kê yan kê ve tê parastin? Ev kes cesareta kuştinê ji kê digire? Di çarçoveya zanyariyên we de ye ku cerdevan di her cure sûcên hevpar ên li herêmê de cih digirin? Di agahiya wezareta we de ye ku sûcên der barê cerdevanan de bi polîtîkaya bêcezakirinê tên xelatkirin? Ji sala 1985’an heta niha çend cerdevan sûc kirine? Ji ber sûc çend kes ji kar hatine derxistin? Çend kes hatine cezakirin?”   ‘CERDEVAN JI KÊ CESARETÊ DIGIRIN?’    Dag ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî ev pirs kirin: “Niha li Amedê çend cerdevan li ser kar in û li gorî navçeyan çiqas cerdevan tên belavkirin? Mahmut Karaaslan ji aliyê kê yan kê ve tê parastin? Ev kes cesareta kuştinê ji kê digire? Ji bo teşwîqkirina cerdevanan çi soz ji gelê herêmê re tê dayîn? Çend cerdevan li herêmê hene û belavkirina wan li parêzgehan çawa ye? Li herêmê hejmara kesên ku di nava kadroyên cerdevaniyê de cih nagirin lê di bin kadroyên cuda de cerdevaniyê dikin çend e? Ji sala 1985’an heta niha çend cerdevan sûc kirine? Ji ber sûc çend kes ji kar hatine derxistin? Çend kes hatine cezakirin?"