Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin 2021-11-17 15:22:35   ENQERE - Rojnameya Yenî Yaşamê bêyî ku hêcetekê nîşan bidin ji sepana beşa çapemeniyê ku ji bo personel û parlementeran, li Meclîsê hatiye avakirin, hat rakirin.    Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana beşa çapemeniyê ya rojanameyên netewî yên rojane ku ji bo personel û parlementeran li Meclîsê hatiye avakirin, hat rakirin. Derket holê ku Rojnameya Yenî Yaşamê ji 1’ê Cotmehê ve ku roja Meclîs hatiye vekirin, ji sepanê hatiye derxistin.    BIRYARA LIJNEYÊ    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî nirxandina gelek kopiyên Rojnameya Yenî Yaşamê, Desteya Weşanê ya Çand û Hunerê ya Meclîsê ku di nav de parlamenteran jî hebûn, biryar daye ku ji sepanê bê derxistin. Lê belê tu hêcet ji bo biryarê nehatine pêşkeşkirin.   Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji sepanê hatiye derxistin, ji bo arşîva pirtûkxaneya di nava Meclîsê de her roj tê girtin.    MA/ Berîvan Altan