SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir 2021-11-17 15:26:21   ENQERE - Hevserokên Giştî yên SES’ê Selma Atabey û Husnu Yildirim, bi Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç re li Meclîsê hevdîtin kirin.    Şandeya ji Hevserokên Giştî yên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) Selma Atabey û Hûsnî Yildirim û endamên Desteya Rêveber pêk tê, serdana Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Parlamenterên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç şandeya SES'ê pêşwazî kirin.    Di hevdîtinê de şandeya SES’ê pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn, xwegihandina tenduristiyê ya gel, kêmasiya personelan û rewşa kedkarên tenduristiyê yên nehatine tayînkirin parve kir. Şandeyê dosyaya xwe ya li ser budçeya Wezareta Tenduristiyê jî radestî Serokwekîlên Koma HDP’ê kir.    Serokwekîlên Koma HDP’ê Beştaş û Olûç jî diyar kirin ku ji bo hemû bêhiqûqiya di qada tenduristiyê de çareser bikin wê têkoşîna xwe bidomînin û şopdarê wê bin.