‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e' 2021-11-18 09:08:34 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Koçberiyê û Penaberan a HDP'ê Velî Saçilik, destnîşan kir ku Tirkiyeya ku penaberan dibe ser sînor û siyaseta şer dike, du caran berpirsê krîza li sînorê Belarûsê ye.  Penaberên ji Herêma Kurdistana Federe ku ji bo biçin Ewropayê bi rojan e li sînorê Belarûs-Polonyayê ne, di şert û mercên pir dijwar de li ber xwe didin. Heya niha herî kêm 10 penaber ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest dane.   Hevberdevkê Komîsyona Koçberiyê û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik, krîza penaberan a li sînorê Belarûs-Polonyayê nirxand.    ‘DERÎ JI BO DÎKTATORAN VEKIRIYE'   Saçilik, destnîşan kir ku Polonya di warê penaberan de ji zû de ye xwedî helwesteke dijî mafên mirovan e û di vî warî de bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike û dibe sedema mirina penaberan û gelek pirsgirêkên din. Saçilik, anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê jî di warê penaberan de ji zû de ye xwedî pratîkên dijî mafên mirovan e û got: "Derî ji pêşengên antî demokrat re vedikin. Polonya bi derîgirtinê li dijî peymanên navneteweyî tevdigere. Pirsgirêkeke cidî heye û pêdivî pê heye ku em cardin van helwestan teşhîr bikin."    DURÛTÎ   Saçilik, bilêv kir ku YE û NATO di warê rexnekirina Belarûsê de durûtiyê dikin û got: "Ez bawer nakim rêvebirê sereke yê vê yekê Belarûs be. Li pişt wê hin hêz hene. Lê vê jî bibêjim, mafê Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATO'yê tune ye ku kesî rexne bikin. Ji lew re musebîbê şerê li Sûriyeyê ew bi xwe ne. Musebîbê şerê li cîhanê û Afxanîstanê ew in. Sedema sereke ya ev qas koçberiyê polîtîkayên şer ên YE û NATO'yê ne."   DU CARAN BERPIRSIYAR E   Saçilik, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo pereyan ji YE'yê biçirpîne penaberan bi kar tîne û got: "Bi piranî ji bo demografiya kurdan biguherîne vê yekê dike. Wan bi awayekî erzan dixebitîne. Yanî wekî meseleyeke mirovî nêzî meseleya penaberan nabe. AKP-MHP û rejîma qesrê ji bo berjewendiyên xwe penaberan bi kar tînin û dibin sedema dijminatiyê."    Saçilik, diyar kir ku Tirkiyeya ku penaberan dibe sînor û siyaseta şer dike, du caran berpirsê krîza li sînorê Belarûsê ye û got: "Yek; veguhastina penaberan. Dudo jî; bi taybetî li erdnîgariya kurdan, li Iraq û Sûriyeyê siyaseta şer dike û dibe sebeb ku mirov terka warên xwe bike."    ‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'   Saçilik, destnîşan kir ku ew HDP bi heman rêgezan nêzî tevahiya penaberan dibin û ji bo vê meseleyê jî name ji rayedarên Polonyayê re şandine û got: "Komîsyona me ya karên derve hevdîtinan bi YE'yê re dike. Di nêz de jî dê heyetek me bicive û dê biçe sînorê Polonyayê. Ji bo penaberên kurd ên li sînorê Polonyayê çi ji destê me bê em ê bikin. Rêgezên me rêgezên mafên mirovan e."