Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê 2021-11-18 13:00:00   ENQRE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên li ser çand, huner û zimanê kurdî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê û got: “Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin û dijminatiyê bikin, ketine pêşbaziyê.”   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bi 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li gelek deverên cîhanê zarok bê paşeroj, di bin şert û mercên giran ên jiyanê, bi şer û koçberiyê re rûbirû ne û mafên wan tên desteserkirin.    Gunay destnîşan kir ku îstîsmarkirina zarokan zêde dibe û bedela herî mezin a krîzên aborî, şer, penaberiyê zarok didin.    JI BO MAFÊ ZAROKAN WÊ TÊBIKOŞIN    Gunay anî ziman ku ew ji bo ji zarokan re cîhanek dikarin lê bijîn û bi hêvî bihêlin têdikoşin û got: “Em bi kesên ku zarokan dikujin, îstîsmar û îstîsmarê dikin re têdikoşin. Em roja cîhanî ya mafên zarokan li hemû zarokên cîhanê, zarokên xwe yên li welatê xwe pîroz dikin.”    DOZÊN HATINE VEKIRIN KOMPLO NE    Gunay bal kişand ser doza Kobanê û doza girtina li HDP’ê vekirine û got: “Doza girtina li ser doza Kobanê, dozeke din a şermê ye. Çima ez vê dibêjim? Nota agahiya TEM'ê ya ku di dosyayê de hat jibîrkirin, bi fermanên vekirî yên dozgerî û darazê tijî ye. Ew nota agahiyê şîretan li Dadgeriyê dike, rê û rêbazê nîşan dide û bi awayekî zelal nîşan dide ku doza komployê çawa amadekariya girtina partiya me ye. Ger ev ne dek û dolab be lê çi ye?"   LI DIJÎ ÇAND Û HUNERA KURDÎ ZÊDE BÛNE    Gunay anî ziman ku wan dizanibû ku dê di rêyeke dijwar de li ser rêya derketinê têbikoşin û wiha dewam kir: “Ji van bûyeran yek jî ji bo me ne sosret e. Ji ber vê yekê em di pozîsyona dagderiyê de ne, em nayên darizandin em wan didarizînin. Em berxwedaneke ku wê bi tîpên zêrîn di dîroka siyaseta li hundir û derve de bê nivîsandin, nîşan didin. Li hemberî komployan, em li ber xwe didin û têdikoşin, Ne tenê êrişî partiya me dikin, êrişî tevahiya civakê dikin, li dijî nirxên herî bingehîn ên gelan şer dikin. Di demên dawî de êrişên li dijî çanda Kurdî, zimanê Kurdî û hunera Kurdî zêde bûne.”   ‘DI DIJMINATIYA KURDÎ DE KETINE PÊŞBAZIYÊ’    Gunay bertek nîşanî êriş, zext û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî da û wiha got: “Van demên dawiyê zext û qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî, asîmîlasyona sedsalî bi awayekî sîstematîk didome.  Bi taybetî di salên dawî de walîtî, qeymeqamtî û şaredariyên AKP-MHP’ê li her qadê zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd ji aliyê wê zihniyetê ve bi awayekî aşkera tê qedexekirin. Saziyên fermî ku divê bêalî tevbigerin, bûne alîgirê herî xurt ên desthilatê. Em dizanin ev êriş û qedexeyên li ser Kurdî ne nû ne. Sed sal e bênavber êriş heye. Di dijminahiya Kurdî de ketine pêşbaziyê.   Êriş û dijminahiya li dijî Kurdî, êriş û dijminahiya li dijî gelê Kurd e. Em vê zihniyetê baş nas dikin. Vê zihniyetê qirkirina çandî û zimanî ji xwe re kiriye armanc.Lê belê wek do îro jî, em li dijî van êriş û qedexeyên li ser Kurdî têdikoşin. Zimanê Kurdî bi êriş û qedexeyan nayê tunekirin, berevajî bi van êriş û qedexeyan têkoşîna me ya ji bo çand û zimanê me xurttir dibe.”    ÎDIAYA ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Gunay bal kişand ser êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dijminatiya wan ne tenê li Bakurê Kurdistanê ye. Li Başûr jî êriş û operasyonên li dijî hebûna Kurdan li dar in. Armanca Tirkiyeyê bi van operasyonên li Başûrê Kurdistanê ev e ku Kurdan ji axa wan derxin, koçber bikin, tune bikin.    Tê îdiakirin ku Tirkiyeyê li ser vê armanca xwe ya bingehîn, sûcê şer pêk aniye û sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Berpirsyariya herî mezin li ser milê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye ku van îdîayan ronî bike, daxuyanî bide raya giştî, gelê Kurd û gelê cîhanê agahdar bike. Bi sîlehên kîmyewî Tirkiyeyê Protokola Cenevreyê jî binpê kiriye û hewce ye welatên xwedî îmza lijneyên xwe bişînin Herêmê. Parastvanên mafên mirovan divê vê bêdengiyê bişikînin û li ser van îdîayan gotina xwe bikin. Ewropa jî bi heman awayî berpirs e ku daxuyaniyekê bide. Niha Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê jî biryar daye ku lijneyek bişîne Herêma Kurdistanê û li ser vê îdîayê lêkolînan bike.    Di hişûbîra gelê Kurd de birîna Helebceyê hîn aj nebûye. Sûcên mirovahiyê sed sal derbas bibin jî nayên jibîrkirin, lewma hem Tirkiye hem jî Herêma Kurdistanê rojek berî rojekê divê vê îdîayê ronî bikin.”