Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin 2021-11-18 17:21:36   SÊRT  - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê ku beşdarî civîna "Dema Azadiyê" ya li Misircê bû, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Divê em ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”         Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna gel a ku li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Misirca Sêrtê di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de hat lidarxistin, bûn. Di civînê de gelek kes amade bûn û pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin, ji bo jiyanê edalet " û "Em ê tecrîdê bişkînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin" hatin daliqandin.   ‘BILA TECRÎDÊ RAKIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku AKP'a li hemberî têkoşîna gelê kurd li ber têkçûnê ye û bi girtina HDP'ê hewl dide serketineke derew ragihîne û wiha got: "Îqtidar bi pirsgirêkeke mezin re rûbirû ye. Îqtidar hewl dide xwe rizgar bike. Heger kesek bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Heger nekin, divê bê zanîn ku kurd tên xapandin. Gelê kurd vê desthilatdariya faşîst nas dike, kes nikare gel bixapîne. Tu gotin û axaftin nikarin pêşî li rakirina tecrîdê bigirin. Gel dixwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Em jî ji bo rakirina tecrîdê divê li gund, tax, bajarok, navçe û bajaran ango li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Sebra gelê kurd û dostên wan li hemberî tecrîdê nemaye.”   ‘GELÊN CÎHANÊ DI BIN TECRÎDÊ DE NE’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye asta îşkenceyê û wiha got: “Gelê kurd niha di nava tecrîdê de ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li hemû qadên jiyanê belav bûye. Tecrîd hat girankirin û koletî hat ferzkirin. Ji bilî koletiyê tu alternatîfek ji van kesan re nehat pêşkêşkirin. Kurd vê yekê qebûl nakin. Em dizanin ku yek ji armanca tecrîda li ser Ocalan dûrxistina gelê kurd ji felsefeya Ocalan e. Lê belê ji bo vê yekê pir dereng bû. Ji ber ku gelê kurd toreke têkoşînê ya mezin ku bi felsefeya Ocalan mezin bûye ava kiriye. Ne tenê kurd, hemû gelên cîhanê di bin tecrîdê de ne. Em vegerin salên muzakereyên bi Ocalan re. Wê demê hem di warê aborî û hem jî di warê mafên mirovan de Tirkiye gihiştibû xaleke grîng. Salên di navbera 2013 û 2015’an de salên ku xwîn nehat rijandinê bûn. Lê belê îqtidar û hevkarê wê MHP salên ku ji bo berjewendiya xwe xwîn nehatibû rijandin bi dawî kirin. Û ji hingê ve xwîn diherike. Tenê rêya rawestandina rijandina xwînê Ocalan e. Li aliyê din Ocalan bi tecrîdeke ku bûye pergala îşkenceyê re rûbirû ye. Heger jiyana azad tê xwestin divê tecrîd bê rakirin. Divê tecrîd ne li ser milê gelê kurd be, divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdê rabin û her kes dengê xwe bilind bike. Yên ku ji xwe re dibêjin muxalif divê vê tecrîdê bibînin û ji bo rakirina wê têbikoşin. Ti xeberek ji Ocalan nîne. Ev rewşek pir cidî ye. Cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe."