Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir 2021-11-21 11:39:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Saddetê Temel Karamollaoglû, diyar kir ku Erdogan partiya wan vexwendiye Tifaqa Cûmhûrê lê wan ev vexwendin qebûl nekiriye.    Serokê Giştî yê Partiya Saddetê Temel Karamollaoglû, ji Rojnameya Sozcuyê re axivî û piştperdeya hevdîtina xwe û Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan vegot. Temel Karamolaoglû, diyar kir ku Erdogan partiya wan vexwendiye Tifaqa Cûmhûrê lê wan ev vexwendin qebûl nekiriye. Karamolaoglû, bal kişand ser hevdîtina di navbera Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û banga wan a hilbijartina pêşwaxt weke "peyama derûnî" nirxand.