Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye 2021-11-21 16:24:53   EDENE - Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, diyar kir ku sedema bingehîn a hemû pirsgirêkan polîtîkayên şer in û ji bo çareserkirinê jî weke navnîşan Îmraliyê nîşan da.       Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yuregîrê ya Edenê, 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li oteleke bajar li dar xist. Hevserokê HDP'a Edenê Mehmet Karakiş, di kongreyê de axivî û diyar kir ku li dijî zextan têkoşîna xwe didomînin.    'SEDEMA PIRSGIRÊKAN ŞER E'   Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Edenê Kemal Pekoz axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê ya li dijî zextan. Kemal Pekoz, ji bo mitînga "banga demokrasiyê" ku wê di 28'ê Mijdarê de li Mersînê li dar bixin bang kir û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de deng derxistin girîng e. Divê di vê mitîngê de em bên gelhev. Danezana ku partiya me aşkera kir, reçeteya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Ji ber polîtîkayên şer qrîza aborî û civakî kûr dibe. Birêz Abdullah Ocalan aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji bo ku şer bi dawî bibe û pirsgirêkên heyî çareser bibin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibin. Heta ku tecrîd neşikê, dengê aştiyê bilind nebe, pêvajoya muzakereyan dest pê neke, ne pêkan e ku kes jiyaneke baş bidomîne."   Piştî axaftinan ji bo hevserokatiya navçeyê Rahîme Ogaç û Dûrmaz Ozmen hatin hilbijartin.