Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike 2021-11-24 14:23:18   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî civîna MYK’a partiya xwe axivî û gazî îqtidarê kir ku îstifa bike û got: "Eger îstifa neke, divê hemû partiyên mûxalefetê bi hev re pêşnûmeya hilbijartinê amade bikin û pêşkêşî Meclîsê bikin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bi awayekî awarte civiya.    Piştî civînê Mîthat Sancar civîna çapemeniyê li dar xist.    Sancar diyar kir ku wan bi lezgînî gazî MYK’yê kirine û got: “Rojeva me zelal e. Me hilweşînek ku ji duh ve me hemûyan bi zindî lê temaşe kir nirxand. Welat û aborî têk diçe. Ne tenê aborî, sîstema civakî û siyasî jî têk diçe.”     ‘REJÎM Û POLÎTÎKAYA WÊ HILWEŞIYA YE’    Sancar anî ziman ku em bi krîzeke piralî re rûbirû ne û wiha got: “Ev demeke dirêj e em diaxivin. Di her carê de dibêje ku çavkaniya sereke ya vê qeyrana piralî siyaseta hikûmetê û sîstema heyî ye. Bi mehan û bi salan e em israr dikin ku wê ev roj bihatana. Me li ser mijarên cihê li qadê civîn pêk anîn. Me bi karker, esnaf û beşên cuda yên civakê re hevdîtin pêk anî. Wêneya ku me li wir dît ev bû ku gel roj bi roj feqîrtir dibû û aborî roj bi roj ber bi hilweşînê ve diçû. Dema ku em dibêjin hilweşîna aborî, bi zelalî îfadekirina vê yekê bikêr e, pergala hilweşiyayî bi xwe rejîma yek zilamî û polîtîkayên wê ye.”   Sancar diyar kir ku wan wek HDP’ê civîna xwe ya MYK’yê li dar xist û li dijî vê hilweşînê ew dikarin çi bikin û got: “Me biryarên curbecur girtin û derdixin. Em ê di beşa yekem a civînê de tiştên ku derketine parve bikin.”   ‘DIVÊ PÊŞNIYAZA HILBIJARTINÊ PÊŞKÊŞÎ MECLÎSÊ BÊ KIRIN’    Sancar di berdewamiya axaftina wiha dewam kir: “Tişta ku îro qewimî ne surprîz e. Hêza wê li ser 3 hêmanên bingehîn e: şer, aligirî û rantê ye. Çavkaniyên ku ev îqtidar ji bo alîgirên şer û rantê dide, dibe sedem ku welat veguhere cihê şewatê. Van polîtîkayan hilweşîna aborî, di heman demê de hilweşîna siyasî jî bi xwe re anî. Em bi bîr tînin ku em bi krîzek civakî re rûbirû ne. Di vir de yekem tişt îstifa demildest îstifakirina vê îqtidarê ye û biryara hilbijartinê ya lezgîn e. Heger îqtidar îstifa neke û Serokkomar yekser biryara hilbijartinê nede, erk dikeve ser milê partiyên muxalefetê. Em gazî muxalefetê yên li parlamentoyê dikin, bila demildest proje yasaya hilbijartinê bi hevbeşî amade bikin û pêşkêşî parlamentoyê bikin. Heger Serokkomar biryara hilbijartinê nede û îstifa neke divê Meclîs bikeve dewrê. Divê hemû aliyên muxalefetê bi hev re pêşniyaz hilbijartinê amade bikin û pêşkêşî parlamentoyê bikin.”