HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin 2021-12-10 14:58:45   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Edene û Mersînê derbarê hevdîtinên budçeyê û qrîza aboriyê de belavok belav kirin.    Rexistina HDP'ê ya Edenê, li navenda bajar derbarê hevdîtinên budçeyê ku li meclisê didomin û qrîza aborî de belavok belav kirin. Hevserokên HDP'ê yên Bajar Gulseren Tûral û Mehmet Karakiş jî di nav de gelek HDP'î tevlî belavkirina belavokan bûn. Rêxistina HDP'ê ya Mersînê jî serdana esnafên Sîteya Veguhêzker kir. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Mehmet Aliş û heyeta pê re bi esnafan re li ser zeman sohbet kirin.