Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin 2021-12-10 17:00:07   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Abdullah Koç ê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, pirsa “Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran çima tê redkirin?” ji Wezîrê Dadê pirsî û got: “Hûn mecbûr in di vê mijarê de daxuyaniyê bidin.”   Di budçeya Wezareta Edaletê de ku li Civata Giştî ya Meclîsê hate nîqaşkirin, Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê bi awayekî bêqanûnî li her qadê hatin belavkirin. Parêzeran piştî 8 salan di 2’yê Gulana 2019’an de karî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Parêzerên wî hefteyê du caran serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê didin, lê dadgeha înfazê bêyî hincetekê nîşan bide daxwaza hevdîtinê ya parêzerên wî red dike. Birêz Wezîr di 16’ê Gulana 2019'an de di daxuyaniya xwe ya têkildarî hevdîtina bi Ocalan re we wiha gotibû: ‘Mafê hiqûqî ye ku mehkûm bi parêzerên xwe re biaxivin. Beriya niha fermanên sînordarkirinê hebûn, biryarên derbarê qedexekirina hevpeyvînan de hebûn; Ew rakirine, derfeta hevdîtinê ji wan re hatiye dayîn’. Baş e çima mafê hevdîtinê hêj jî tê înkarkirin û çima ev tecrîd didome? Derbarê vê de divê hûn daxuyaniyek bidin raya giştî.”