Bayindir: Serkeftin nêzîk e 2021-12-12 14:30:01   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê li Êihê di civîna gel de axivî û got: “Di têkoşîna gelê kurd ku li dijî faşîzmê de did, serkeftin nêzîk e.”    Rêxistina HDP’ê HDP’ê ya Êlihê bi dirûşma “Em xwe birêxistin bikin, faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişk”nin" civ3ina gel li dar xist. Civîn li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdar bû. Wêneyê Aysel Tugluk û Garîbe Gezer li eywanê hatin daliqandin. Di civînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.    BAYINDIR: SERKEFTIN NÊZÎK E    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û wiha got: “Gelê kurd di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê de qonaxeke dijwar li pey xwe hiştiye û gihiştiye asteke nêzî serketinê. Yên ku dixwazin meşa me ya azadiyê asteng bikin, plana êrişa piralî dikin. Piraniya van xistin meriyetê. Ev plan her carê rastî berxwedana gel tên. Lê dîsa êriş dikin. Desthilatdariya ku êrişî gelê kurd û dostên wan kir, êişên xwe yên li ser çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Ji ber ku di sala 2023’an de hewl didin têkoşîna gelê kurd têk bibin, her ku diçe êrişên xwe zêdetir dikin. Lê bêencam man.”    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku zîhniyeta AKP-MHP'ê ya di siyaseta qirêj de israr dike, mehkûmî têkçûnê ye û wiha got: “Çareseriya pirsgirêkên ku qewimîne Ocalan e. Ji bo çareseriya pirsgirêka sedsalê divê bi lezgîn tecrîd bê rakirin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê li gelek deverên cîhanê li dijî çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn tê dayîn. Di encama vê têkoşînê de divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û her kes xwe tevlî berxwedanê bike.”    YEKÎTIYA NETEWΠ   Bayindir da zanîn ku pirsgirêkên li welêt bi "Tifaqa Demokrasiyê" ya ji aliyê HDP'ê ve hatiye pêşniyarkirin dikarin bên çareserkirin û got: "Hin partiyên ku ji xwe re dibêjin muxalif, hewl didin girseya gelê kurd bikşînin cem xwe. Lê belê hewla xwe pûç dikin. Ev gel dilsoziyeke mezin daye partî û nirxên xwe.” Bayindir bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û wiha got: “Em careke din dibêjin werin dev ji vê xeletiyê berdin.Yekitiya kurdan tê wateya azadiya gelê kurd. Gelê Başûr yekîtiya xwe ya netewî pêk aniye.Tenê daxwazek wan heye ew jî yekîtiya giştî ye. PDK ku vê yekê nabîne, xiyanetek li dijî gelê Başûr dike.”    Piştî axaftina Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.