Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin 2021-12-12 16:13:10   STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî û got: “Em ê serweriya rêbiran hilweşînin.”    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi dirûşma “Niha dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li Navenad Çandê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn û hema bêje cih li eywana kongreyê nema. Bi hezaran kesê beşdarî kongreyê bûn bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re berz kirin.    Piştî Koma Ma Musîcê stranên xwe strîn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û xîtabî beşdaran kir.    Kêliya ku Sancar û şandeya pê re ketin salonê bi hezaran kes bi dirûşman wan pêşwazî kir û şandeyê jî gel silav kir.    ‘LI BENDA ME BIN EM TÊN’    Sancar bi kurdî û tirkî beşdaran silav kir û got: “Em tên ku serweriya rêbiriya wan hilweşînin. Li benda me be Stenbol li benda me be. Li benda me be Amed, Hekarî, Îzmîr, Wan. Em hatin û va em tên. Em serweriya rêbiran, zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin. Em ê teqez hilweşînin. Vaye ev coş û girse tirsa nava dilê wan e.”    ‘HDP JI BO DEMOKRASIYÊ HEYE’    Sancar destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyê bi HDP’ê heye û got: “HDP partiya demokrasî, azadî, aştî, edalet û wekheviyê ye. HDP ji bo demokrasiyê heye. Em ê di demek nêz de azadî û demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.”    ‘ME DEK Û DOLABÊ WE TÊK BIR’    Sancar anî ziman ku aştiyek bê HDP’ê qet ne mimkijn e ku pêk were û got: “Teqez em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em ê teqez li vî welatî jiyanek adil, azad, demokratîk ava bikin. Îqtidar çi dixwaze bila bike. Bila her roj êrişan û operasyonan bikin. Lê belê em tirsa nava dilê wan in. Em carek din bi bîra vê îqtidarê dixin; dozên we yên komployê me ji doza me de neanî xwarê. Me doza we ya Kobanê û doza girtina HDP’ê pûç kir û têk bir. Hevrêyên me li eywanên dadgehan we didarizînin. Hûn nikarin hevalên me bidarizînin. Ji komploya têr nabin. Sê çar roj in dixwazin li ser Cizîrê komployekê çêkin. Îftîrayek nema ku li parlamenterê me nekirin. Ji bo ku Cizîrê tevlîhev bikin, welat aloz bikin çi ji destê wan tê dikin û Cizîr di hedefa wan de ye. Em ê komploya Soylu li Cizîrê amade kiriye, bi serê wan de hilweşînin. Ewilî biçin hesabê dizî û gendeliya xwe bidin, biçin hesabê têkiliyên we yên qirêj ên bi çeteyan û mafyayê re bidin. Ka hûn ewilî vî hesabî bidin paşê rabin komployan çêkin.”    ‘XETA SÊYEMÎN PÊL BI PÊL MEZIN DIBE’    Sancar anî ziman ku êdî dawiya îqtidarê tê û got: “Tenê tiştekî wan heye dikin; dek û dolab, derewkarî û dizekî ye. Çimkî êdî hêza wan nemaye. Hêza gelan a hevpar li vir e. Xeta Sêyemîn ku li ser esasê demokrasî, aştî û edaletê hatiye avakirin her roja ku diçe mezintir û berfirehtir dibe, ev xeta me pêl bi pêl tê. Li vî welatî em ê bibin destpêkek nû. Xilasiya ji vê îqtidarê em ê pêk bînin. Em ê dawî li vê pergalê bînin û îqtidarê biguherînin.”    Sancar di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand ser mijarên di rojevê de û qala têkoşîna HDP’ê ya ji bo pêkanîna aştiyê kir.